Hewlêr (Rûdaw) - Pisporên siyaseta Amerîkayê tekez dikin ku dê encamên hilbijartina Kongreyê bandorê li Kurdan bike bi taybetî bi rêya çêkirina zextê li ser îdareya Amerîkayê ya ji bo piştgirîkirina Kurdan.
Pisporê kar û barên Amerîkayê Kato Saadlla got "Pêwîst e siyasetmedarên Kurd xwe nêzîkî wan kesan bikin ku dibin endamên Kongreyê."
Pisporê kar û barên Amerîkayê Kato Saadlla ragihand ku ev hilbijartin ji bo xelkê Amerîkayê gelekî girîng e.
Saadlla diyar kir, ji ber ku gelek mijarên wekî bilindbûna bihayên sotemenî, xwarin û heta xaniyan jî bandor li jiyana rojane ya welatiyên Amerîkayê kiriye.
Kato Seidula her wiha amaje pê kir ku civaka Amerîkayê li ser siyasetên Trump dabeş bûye.
Li gorî Saadlla, hinek di wê baweriyê de ne ku siyasetên Trump baş in û hinek jî wan siyasetan xirab dibînin û v dabeşbûn di hilbijartinan de reng vedide û her du partiyên Komarî û Demokrat bi hêz hevrikiyê dikin.
Çav li ser eyaleta Texasê ye
Li gorî gotina wî pisporî, eyaleta Texasê ku wekî eyaleteke Komariyan tê naskirin vê carê bala her kesî kişandiye ser xwe.
Çimkî Komarî ditirsin ku Demokrat dengekî zêde bi dest bixin.
Kato Saadlla her wiha got, "Her du partiyan jî di hilbijartina berbijêrên xwe de şaşî kirin û Trump bi gelek namzedên Komariyan re kete nava nakokiyan."
Kato Saadlla derbarê bandora hilbijartinê ya li ser Kurdan eşkere kir:
"Ev mijar ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya herêmê girîng e.
Vekişîna leşkerên Amerîkayê ya ji Sûriyeyê di dema îdareya Trump de Kurd xistin bin metirsiyê.
Vê yekê rê ji bo hikûmeta Îraqê jî vekir da ku zextê li Herêma Kurdistanê bike.
Siyasetên Trump ji bo Kurdan ne baş bûn. Ji ber vê yekê em hêvîdar in ku bi rêya her du Civatên Nûneran û Pîran zext li Trump were kirin da ku careke din piştgiriya Kurdan bike û rê nede Bexda mafên gelê Kurdistanê binpê bike."
"Divê Kurd xwe nêzîkî endamên Kongreyê bikin"
Kato Saadlla destnîşan kir, "Rola Amerîkayê ya li hemberî Tirkiye, Îran û Sûriyeyê gelekî girîng e.
Ji ber vê jî pêwîst e siyasetmedarên Kurd xwe nêzîkî wan kesan bikin ku tê çaverêkirin bibin endamên Kongreyê, da ku karibin bibin xwedî bandor."
Gotinên Kato Saadlla û Dr. Dilovan Berwarî di dema beşdarbûna wan a bernameyeke taybet a Rûdawê ya li ser hilbijartinên Amerîkayê de bûn.
Bername ji aliyê Birêvebirê Buroya Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ve hatibû pêşkêşkirin.
Pisporê siyaseta derve ya Amerîkayê Dr. Dilovan Berwarî jî da zanîn ku pirsgirêka sereke ya ji bo dengdêrên Amerîkayî bihabûna pêdiviyan e, bi taybetî jî bihayê sotemeniyê ku bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Pêşbîniyên li ser kursiyên Kongreyê
Dr. Berwarî amaje bi pêşbîniyên rapirsiyan kir û got:
"Ji 435 kursiyên Civata Nûneran, tê pêşbînîkirin ku Demokrat bikaribin piraniyê bi dest bixin.
Ji bo Civata Pîran jî ji 35 kursiyên ku hilbijartin ji bo wan tê kirin, li nêzîkî şeş eyaletan hevrikiyeke tund didome."
Dr. Dilovan her wiha got ku rapirsî nîşan didin ku dibe Demokrat di çar kursiyan de bi ser bikevin û piraniya Civata Pîran bi 51 kursiyan bi dest bixin, lê anî zimên jî:
"Pêwîst e rêjeya şaşiyan a rapirsiyan jî li ber çavan were girtin ku di navbera ji sedî 3 heta ji sedî 5an de ye."
Dr. Berwarî derbarê desthilatên Kongreyê eşkere kir:
"Desthilata Civata Pîran heye ku çavdêriya siyaseta derve ya Amerîkayê bike, pejirandina balyoz û wezîran di destê wan de ye.
Eger Demokrat bibin piranî, ew dikarin bibin asteng li pêşiya îdareya Trump."
Her çendî Dr. Dilovan Berwarî tekezî li ser wê yekê kir ku siyaseta derve zêdetir di destê Serok de ye, lê di wê baweriyê de ye ku Civata Pîran dikare hinek astengan li pêşiya Serok çêbike, her çi qas nikaribe bi temamî rê lê bigire.



