Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Federasyona Çiyageriyê ya Kurdistanê (KMCF) li Nepalê sala duyem beşdarî Kongreya Lûtkeya Çiyageriyê û Sempozyuma Perwerdeya Teknîk û Ewlehiyê dibe.
Sekreterê Federasyona Çiyageriyê ya Kurdistanê Hêmin Emîn Mensûr Rûdawê re ragihand ku kongre li bajarê Katmandûyê tê lidarxistin.
Hêmin Emîn Mensûr diyar kir, "Ev kongre civîn û hevdîtina herî mezin a çiyagerî, zinargerî û pisporan e li ser asta cîhanê ku nûnerên nêzîkî 97 welat û saziyên çiyageriyê beşdarî dibin."
Di vê lûtkeya cîhanî de hilbijartin û nirxandina rêxistinî, amadekirina stratejiya salane û rêkxistin û sererastkirina rêzik û yasayên çiyageriyê tên kirin.
Hêmin Emîn Mensûr got, "Federasyona Çiyageriyê ya Kurdistanê ji bilî beşdarî û rola xwe ya çalak a li ser asta Kurdistan û Îraqê, endamekî çalak ê welatên Asyayê ye jî.
Federasyon di heman demê de ji bo bicihkirina nexşeya çiyageriyê ya çiyayên Kurdistanê xebitiye û zimanê Kurdî xistiye nav zimanên çiyageriyê yên cîhanî di hemû weşan û dirûşmên kongreyê de."
Asta pasaporta Îraqê bûye asteng
Hêmin Emîn Mensûr destnîşan kir ku cihê dilgiraniyê ye ku ji ber qelsiya asta pasaporta Îraqê û pergala vîzeyê ya Nepalê, wan nekarî hejmara endamên şandeya nûneratiya çiyagerên Kurdistanê zêde bikin.
Mensûr da zanîn ku hewl tê dayîn ji bo salên bê ev pirsgirêk were çareserkirin.
Ji bo çiyageriyê sepanek tê amadekirin
Sekreterê Federasyona Çiyageriyê ya Kurdistanê anî zimên:
"Bi hevahengiya Dezgeha Riwangeyê, di paşerojeke nêzîk de em ê sepaneke çiyageriyê û wergera Kurdî ya pirtûka çiyageriyê ya cîhanî ya UIAAyê pêşkêşî çiyagerên Kurdistanê bikin."
Federasyona Çiyageriyê ya Kurdistanê (KMCF) sala 2005an hatiye damezirandin.
Wekî ku sekreterê wê dibêje, federasyonê her tim pişta xwe bi ezmûn û pisporiya navxwe û derveyî Kurdistanê girtiye û tîmeke xwebexş a bihêz di proseya bipêşxistin û geşbûna pîşeyî ya çiyageriyê de xebatên xwe domandine.



