Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke berfireh a Navenda Xizmetguzariya Medyayî ya Ji Bo Tevlîbûnê (Mediendienst Integration) a li Almanyayê nîşan dide ku Kurd li Almanyayê yek ji pêkhateyên herî mezin ên koçberan in û hejmara wan gihîştiye nêzîkî 1,5 milyon kesan.
Ev lêkolîn ji aliyê mamosteya Zanîngeha Bochumê Prof. Dr. Çinûr Qadiriyê ve hatiye amadekirin.
Di lêkolînê de bal kişandin ser pêgeh, demografî, jiyana siyasî û aborî û ew nijadperestiya ku diyasporaya Kurdan li wî welatî rûbirûyî wê dibe.
Lêkolîn Çiriya Pêşîn a 2026an bi piştgiriya darayî ya Saziya "Robert Bosch"ê hatiye amadekirin.
Lêkolîn nîşan dide ku ji ber nebûna dewleteke serbixwe ya Kurdan, li cem dewleta Almanyayê ti amara fermî ya li ser hejmara Kurdan nîne.
Kurd li gorî nasnameya welatên wan ên wekî Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îranê tên tomarkirin yan jî wekî bêwelat (Stateless) tên pênasekirin.
Civata Kurd a li Almanyayê hejmara Kurdan wekî nêzîkî 2 milyon kesî texmîn dike lê lêkolîn dide zanîn ku 1,5 milyon hejmareke zanistî û rasteqîn e.
Tenê di navbera salên 2010an heta Hezîrana 2026an de Daîreya Federal a Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF) 607 hezar û 896 serlêdanên penaberiyê yên Kurdan tomar kirine ku piraniya wan ji Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê bûne.
Lêkolîn bi hûrgilî pêlên koçberiyê û rewşa penaberiyê ya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê dinirxîne:
1. Rojavayê Kurdistanê
Piştî sala 2010an zêdetirî 250 hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê (Sûriye) çûne Almanyayê.
Daxwazên penaberiyê bi awayekî berbiçav kêm bûne.
Sala 2024an 17 hezar û 549 daxwaz hatibûn tomarkirin lê ev hejmar sala 2025an daketiye 7 hezar û 848an û di şeş mehên ewil ên 2026an de jî heta hezar û 984 daxwazan daketiye.
Rêjeya pejirandina mafê penaberiyê ya ji bo Kurdên Sûriyeyê berê ji sedî 85,8 bû lê di nîvê yekem ê 2026an de heta ji sedî 29,0an daketiye.
Tevî plana hikûmeta Almanyayê ya ji bo dersînorkirina koçberan a ber bi Sûriyeyê ve, lêkolîn hişyariyê dide ku rewşa Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn jî metirsîdar e.
Di lêkolînê de pêvçûnên destpêka sala 2026an ên li taxên Kurdan ên li Helebê (taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê) ku bûn sedema koçberbûna 148 hezar kesî û revandin û kuştina Samî Şêxmûs Heso ya Îlona 2026an a li Hesekê wekî mînaka bêîstîkrariyê hatine nîşandan.
2. Bakurê Kurdistanê
Di nava 15 salên borî de zêdetirî 100 hezar Kurdên Bakurê Krudistanê (Tirkiye) li Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiriye.
Sala 2023yan hejmar gihîşte lûtkeyê ku 51 hezar û 407 daxwaz bûn lê di nîvê yekem a 2026an de heta 2 hezar û 193 daxwazan daketiye.
Rêjeya pejirandina penaberiyê gelekî kêm e; di nîvê yekem a 2026an de tenê ji sedî 4,3 bûye.
Sala 2025an Tirkiye bûye yekem welat ku ji Almanyayê herî zêde dersînorkirin ji bo wê hatine kirin ku ev hejmar 2 hezar û 297 kes e.
Ji Hezîrana 2026an ve Tirkiye ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve wekî "welatê ewle" hatiye qebûlkirin.
Vê yekê jî wergirtina mafê penaberiyê ji bo Kurdan gelekî zehmet kiriye, tevî ku girtina çalakvanan û dûrxistina şaredarên Kurd didome.
3. Rojhilatê Kurdistanê
Piştî serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya sala 2022yan, koça Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ya ber bi Almanyayê ve zêde bû.
Sala 2023yan hejmara daxwazan gihîşte hezar û 772yan lê di nîvê yekem ê 2026an de heta 127 kesan daketiye.
Rêjeya pejirandina penaberiyê ji bo Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji sedî 28,5 e.
Lêkolîn amaje bi wê yekê dike ku Kurd li Îranê bi rengekî neheq û ji rêjeya nifûsa xwe gelekî zêdetir rûbirûyî girtin, zindan û cezayê darvekirinê dibin.
4. Başûrê Kurdistanê
Daxwaza penaberiyê ya Kurdên Başûrê Kurdistanê (Îraq) ji sala 2021ê ve (ku wê demê 11 hezar û 95 kes bûn) bi berdewamî kêm bûye û di nîvê yekem a 2026an de gihîştiye hezar û 109 daxwazan.
Sedema vê kêmbûnê zehmetiya rêyên koçberiyê û bilindbûna rêjeya dersînorkirinê ye.
Tevî ku Parlamentoya Almanyayê sala 2023yan komkujiya Êzidiyan wekî komkujî qebûl kir jî hîn Kurdên Êzidî rûbirûyî metirsiya şandina ber bi Îraqê ve ne.
Pêkhateya olî: Piraniya Sunî û pirrengiyeke dewlemend
Li gorî lêkolînê, ti amareke fermî li ser ola Kurdên li Almanyayê nîne lê piraniya wan Misilmanên Sunî ne.
Li kêleka wan Elewî, Êzidî, Xiristiyan, Yarsanî (Kakeyî), Cihû, Zerdeştî û Feylî jî hene.
Lêkolîneke meydanî ya li bajarê Munîhê nîşan dide ku:
- Ji sedî 45,2 Sunî ne.
- Ji sedî 15,2 Elewî ne.
- Ji sedî 7,1 bêtewacih (ateîst) in.
- Ji sedî 3,6 Êzidî ne.
Civata Êzidiyan a li Almanyayê wekî civata herî mezin a Êzidiyan a li derveyî welêt tê hesibandin û hejmara wan nêzîkî 250 hezar kesî tê texmînkirin.
Mizgeftên Kurdan di bin banê "Federasyona Civakên Îslamî yên Kurdistanê (DIKG)" a li bajarê Kolnê de hatine cem hev û navendên Elewiyan jî di çarçoveya federasyona AABFyê de dixebitin ku li gelek kanton û eyaletan bi awayekî fermî hatine naskirin.
Nijadperestiya li hemberî Kurdan a li Almanyayê
Li gorî lêkolîneke ku Kanûna Paşîn a 2026an li ser Kurdên Munîhê hatiye kirin, ji sedî 86,7ê beşdaran di 12 mehên dawî de rûbirûyî corekî cudaxwazî û nijadperestiyê bûne:
- Ji sedî 66,4 rûbirûyî tevgera biçûkxistinê bûne.
- Ji sedî 64,4 rûbirûyî tevgera bêrêzane bûne.
- Ji sedî 50 li derveyî civakê hatine hiştin.
- Ji sedî 44,2 çêr û gotinên xerab li wan hatine kirin.
- Ji sedî 11,8 rûbirûyî êrişên fîzîkî bûne.
Her wiha ji sedî 57,4ê beşdaran sedema vê cudaxwaziyê bi taybetî bi "Kurdîtiya xwe" ve girê daye. Piraniya wan qal kir ku nasnameya Kurdî bi teror û cudaxwaziyê tê binavkirin.
Ew dibêjin: "Dema bizanin tu Kurd î, yekser wekî terorîst yan jî cudaxwaz navê te xera dikin."
Navenda Agahdariyê ya Nijadperestiya li Dijî Kurdan (IAKR) tomar kiriye ku sala 2025an 438 bûyerên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan hatine tomarkirin:
- 181 bûyer: Ji aliyê neteweperestên Tirk ve hatine kirin (wekî koma Gurên Boz).
- 72 bûyer: Ji aliyê neteweperestên Ereb ve.
- 18 bûyer: Ji aliyê Îslamiyên tundrew ve.
- 17 bûyer: Ji aliyê rastgirên tundrew ên Alman ve.
- 11 bûyer: Ji aliyê neteweperestên Îranî ve.
Tenê di meha Kanûna Paşîn a 2026an de, hevdem bi aloziyên li Rojavayê Kurdistanê re, 211 êriş û gefên nijadperestane yên li dijî Kurdan li Almanyayê hatine tomarkirin ku ev hejmar nêzîkî tevahiya amara sala 2024an e.
Bandora qedexekirina PKKyê ya li ser Kurdên Almanyayê
Ji sala 1993yan ve Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Almanyayê qedexe ye.
Ev qedexe bi dehan salan e bandoreke neyînî li çalakiyên siyasî û sivîl ên Kurdan dike.
Vê biryarê wiha kiriye ku hemû civata Kurd bikeve bin guman û çavdêriya polîsan de, tewra di pirsa wergirtina hemwelatîbûnê û mafê rûniştinê de jî ev pirsgirêk derdikeve pêşiya wan.
Tevî ku PKKyê vekişîna çekdarên xwe û belavkirina xwe ragihandiye jî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê tekez kir ku nirxandina wan a ewlehiyê ya ji bo wê partiyê wekî xwe dimîne û qedexe nayê rakirin.
Her wiha Dadgeha Îdarî ya Berlînê hîn jî li ser daxwaza rakirina qedexeyê biryar nedaye.
Hikûmeta Almanyayê rewşa ewlehiyê ya Kurdan bi rengê "aloz" binav kiriye.
Hikûmet diyar dike ku metirsiya sereke ya li ser çalakvanên Kurd ên li Almanyayê gefên îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT), torên dewleta Îranê, Gurên Boz û Îslamiyên tundrew in.
Medyaya Almanyayê wêneya Kurdan çawa nîşan dide?
Di lêkolînê de 42 rapor û nivîsên 5 dezgehên medyayê yên herî mezin ên Almanyayê (Focus Online, Bild.de, Zeit.de, Spiegel.de û Taz.de) hatine vekolîn û encam bi vî rengî ne:
- Nêzîkî ji sedî 31ê babetan qala tawan û tundûtûjiyê dikin, lê tenê ji sedî 14 qala entegrasyonê (tevlîbûnê) dikin.
- Li ser malperên Focus Online û Bild.de ku xwedî herî zêde xwêner in, ji sedî 72ê nûçe û mijarên li ser Kurdan bi tawan û tundûtûjiyê ve hatine girêdan û di dema bûyeran de nasnameya wan a neteweyî tê bikaranîn.
- Berevajî vê yekê, malperên Zeit.de û Spiegel.de di ji sedî 60ê mijarên xwe de bal kişandine ser çîrokên serkeftinê û entegrasyonê.
- Rojnameya Taz.de di piraniya mijarên xwe de bal kişandiye ser wê nijadperestiya ku li hemberî Kurdan tê kirin.
Rola Kurdan a di qadên siyasî, aborî û çandî yên Almanyayê de
Kurd li Almanyayê ji marjînalbûnê derketine û bûne pêkhateyeke çalak û bibandor:
Di parlamentoyê de: Di hilbijartinên sala 2025an ên Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) de 7 parlamenterên bi eslê xwe Kurd karîn kursiyên xwe misoger bikin (Cem Ince, Cansu Ozdemîr, Ferat Koçak, Mîrza Edîs, Gokkay Akbulut ji Partiya Çep; Qasim Tahir Salih ji Partiya Keskan û Serdar Yuksel ji Partiya Sosyal Demokrat SPD).
Di aboriyê de: Li devera pîşesaziyê ya Ruhrê û bajarên mezin, piştî serdema kargeh û xwaringehan, nifşê nû yê Kurdan derbasî qadên bijîşkî, hiqûq, teknolojiya zanyariyan (IT), ragihandin û şirketên bîmeyê bûye.
Kesayetên navdar: Bi dehan kesayetên dîyar ên Kurd li Almanyayê navdar in; ji wan Agit Kabayelê qehremanê cîhanê yê boksê, Deniz Undavê lîstikvanê tîma neteweyî ya futbola Almanyayê, Duzen Tekkal a rojnameger û çalakvan, nivîskarên wekî Şêda Bazyar, Fatma Aydemîr û Ronya Othmann, derhêner Solîn Yûsif û hunermendên wekî Tahsin Durgun û Xatar (Giwar Hajabi).
Di dawiya raporê de amaje bi torên medyayî yên Kurdî (di serî de Tora Medyayî ya Rûdawê û Kurdistan 24) hatiye kirin ku li kêleka medya û rêxistinên din ên diyasporayê yên wekî Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî, wiha kiriye ku Almanya bibe navendeke sereke ya pêwendî û çanda navneteweyî ji bo gelê Kurd ê li seranserê cîhanê.



