Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporekê, Amerîkayê çend welatên Kendavê agahdar kirine ku ew amadehiya êrişeke leşkerî ya kurt lê giran a li dijî Îranê dikin ku dê piştî hilbijartinên nîvdemî yên Amerîkayê pêk were.
Rojnameya Wall Street Journalê belav kir ku tevgerên leşkerî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn bi awayekî berbiçav hatine zêdekirin.
Li gorî agahiyên di raporê de, "Artêşa Amerîkayê sîstema parastina asmanî ya Patriotê ji eyaleta Teksasê dişîne Îsraîlê da ku parastina asmanî ya wî welatî xurt bike."
Her wiha Washingtonê hêzên xwe ji wan baregehên leşkerî yên li Rojhilata Navîn vekişandine ku di dema şer de metirsiya armancgirtina wan zêdetir e.
Rojname dibêje, balafirên bombeavêj û balafirên şer amade ne.
Her wiha keştiyeke nû ya balafirhilgir û yekeyeke hêzên deryayî yên Marinsê amade ne ku meha bê tevlî fîloyeke mezin a Amerîkayê bibin.
Ev fîlo ji nêzîkî 20 keştiyên şer ên li Rojhilata Navîn pêk tê û keştiya balafirhilgir a George Washington jî di nav de ye.
Vebijêrkên Trump
Li gorî çavkaniyên agahdar, Serokê Amerîkayê Donald Trump hîn biryara dawî ya li ser destpêkirina êrişê nedaye lê "meyla wî li ser êrişeke berfireh a piştî hilbijartinan e ku binesazî û pêgehên nukleer ên Îranê bike armanc, eger alî beriya wê demê li hev nekin."
Trump hefteya borî di mîtîngekê de amaje bi êrişa asmanî ya bihara borî ya Amerîka û Îsraîlê kir û got:
"Dibe ku em operasyoneke din a mîna Xezeba Destanî bikin, yan jî ew dê bi peymanekê razî bibin."
Trump her wiha ragihandibû ku ew dê beriya bidawîhatina hilbijartinên nîvdemî ti êrişan nekin.
Li hemberî vê yekê, Koşka Spî ragihand ku ew li ser planên îstixbaratî û leşkerî daxuyaniyan nadin lê da zanîn:
"Serok Trump hemû vebijêrk li ser maseyê hiştine da ku piştrast bibe ku Îran ti carî nabe xwediyê çekên nukleer."
Hişyariya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê
Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi roja sêşemê ji Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî re axivî.
Grossi ragihand ku ajansa wan ti çalakiyên nûkirin yan jî nûjenkirinê li wan pêgehên nukleer nedîtine ku di êrişên berê de zerer dîtibûn.
Tevî vê yekê jî Grossi hişyarî da ku çavdêrên ajansê negihîştine pêgehan.
Grossi diyar kir ku ew nikarin garantiyê bidin bê ma Îranê madeyên nukleer veguhastine cihên din yan na, bi taybetî jî Çiyayê Qulingê.



