Hewlêr (Rûdaw) - Li Spanyayê 2 trênên rêwiyan ên ku di navbera Madrîd û
Endulusê de diçûn, li nêzîkî bajarê Toledoyê li hev qelibîn.
Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 39 kes mirine û gelek
kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Spanyayê EFEyê,
qeza serê sibehê bi dema herêmî saet 08:54an (bi dema Hewlêrê 10:54) li nêzîkî
bajarê Toledoyê rû daye.
Çavkaniyên xizmeta hawarçûnê ragihand ku di lihevqelibînê de
2 vagon ji kendalekî ketine.
Hat diyarkirin ku qeza ji ber lihevqelibîna trêna bilez a
şirketa Renfeyê ya ku ji Madrîdê ya ber bi Sevillayê ve diçû û trêna bilez a
şirketa Iryoyê ya ku ji aliyê berovajî ve dihat çêbûye.
Di nûçeyên çapemeniya Spanyayê de hat diyarkirin ku li gorî
şahidên bûyerê gelek kes birîndar bûne û tîmên tenduristiyê gihîştine cihê
qezayê.
Ji ber qezayê, seferên trênan ên di navbera Madrîd, Ciudad
Real û Endulusê de bi awayekî demkî hatin rawestandin.
Berdevka Hikûmeta Herêma Castilla-La Manchayê ragihand ku
trênên şirketên Renfe û Iryoyê piştî saet 09:00an li hev qelibîne.
Wê berdevkê da zanîn ku di qezayê de 2 vagonên trêna Iryoyê
ji ser rêya hesinî derketine.
Her wiha hat eşkerekirin ku sedema qezayê û hejmara teqez a
miriyan hîn bi temamî nehatiye diyarkirin.



