Hewlêr (Rûdaw) - Flavio Bolsonaroyê ku di hilbijartinên serokatiya Brezîlyayê de li hemberî Lula da Silva têk çû, her çend derbarê wî qedexeya derketina derve hatibû danîn jî, tevî malbata xwe reviya Amerîkayê.
Li gorî agahiyan, Bolsonaro pêşî çûye Arjantînê û pişt re ji wir bi balafireke taybet û di ser sînorê Ekwadorê re berê xwe daye Amerîkayê.
Birêvebiriya Koçê ya Arjantînê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê piştrast kir ku hevjîn û du keçên Bolsonaro li bajarê Guayaquilê yê Ekwadorê siwarî balafireke taybet bûne.
Hat diyarkirin ku balafira taybet ji bajarê Puerto Iguazuyê yê Arjantînê rabûye, li Ekwadorê ji bo dabînkirina sotemeniyê xwe daniye û rasterast ber bi Amerîkayê ve firiyaye.
Daxwaza girtina lezgîn û weşandina bultena sor
Piştî belavbûna nûçeya revê, parlamenterên Partiya Karkerên Brezîlyayê daxwaz kir ku ji bo Bolsonaro biryara girtina lezgîn were dayîn.
Her wiha parlamenteran daxwaz kir ku di ser Interpolê re ji bo wî "bultena sor" were derxistin. Piştî vê serlêdanê, Polîsê Federal ê Brezîlyayê derbarê tomarên geştê, derbasbûna sînor û angaştên fînansekirina neyasayî ya kampanyaya hilbijartinê de lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.
Arjantînê angaştên penaberiyê red kirin
Berdevkê Serokatiya Arjantînê Adrian Ravier, bersiva da angaştên medyaya welatê xwe ya ku tê gotin "Bolsonaro dê li Arjantînê bibe penaber" û got ku ti daxwaza fermî ya penaberiyê ji aliyê Bolsonaro ve ji bo meqamên Arjantînê nehatiye kirin.
Her çend rayedarên Arjantînî di demjimêrên pêşîn de tevgera li ser sînor red kiribûn jî, di daxuyaniya duyemîn a fermî de hat piştrastkirin ku Bolsonaro ji wir bi balafirê çûye Ekwadorê.
Amerîkayê vîze da Bolsonaro
Li aliyê din, berpirsekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, bersiva pirsa nûçegihanê Ajansa Anadoluyê da û piştrast kir ku dê vîze ji bo Bolsonaro û malbata wî were dayîn û destûr bê dayîn ku ew têkevin nav axa Amerîkayê.
Lula: Ev rûreşiyek e!
Serokê Brezîlyayê Lula da Silva, reva Flavio Bolsonaro ya tevî qedexeya derketina ji welêt wekî "rûreşiyekî" bi nav kir.
Çavkaniyên nêzîkî malbata Bolsonaro jî piştrast kir ku Bolsonaro beriya ku sînordarkirina pasaportê bikeve meriyetê, bi dizî û bi balafirekê ber bi Amerîkayê ve bi rê ketiye.
Du lêpirsînên mezin derbarê Bolsonaro hene
Li gorî nûçeyên medyaya Brezîlyayê, Dadgeha Bilind a Federal derbarê Flavio Bolsonaro ji ber angaştên fînansekirina neyasayî ya fîlmê biyografîk ê li ser jiyana bavê wî yê bi navê “Dark Horse (Hespê Tarî)” lêpirsînê bi rê ve dibe.
Her wiha rojnameyên O Estado de S. Paulo û O Globo ragihand ku navê Bolsonaro di lêpirsîneke din a "şûştina pereyên reş" de derbas dibe ku tê gotin pêwendiya wî bi parêzer û hevalê wî yê nêzîk Willer Tomaz re heye.



