Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz ji Rûdawê re ragihand, "Li dijî Îranê hemû vebijark li ser maseyê ne."
Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz îro ji Nûçegihanê Rûdawê yê li Neteweyên Yekbûyî Namo Ebduleah re axivî.
Mike Waltz got, "Hemû vebijarkên Serok (Trump) li ser maseyê ne.
Li gorî siyaseta Amerîkayê û biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Îran ti carî nikare bi çeka atomê cîhanê bitirsîne."
Pirsa Rûdawê û bersiva Mike Waltz
Rûdaw: Birêz Nûner, derbarê Îranê de pirsek. Raporên medyayê amaje bi wê yekê dikin ku rayedarên Amerîkayî ji hevtayên xwe yên li welatên Kendavê re gotiye ku piştî hilbijartinên nîvdemî yên Kongreyê, xwe ji bo pêleke êrişên dijwar û kurt amade bikin. Hûn dikarin vê yekê piştrast bikin?
Mike Waltz: Hemû vebijarkêm Serok li ser maseyê ne. Li gorî siyaseta Amerîkayê û biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Îran ti carî nikare bi çeka atomê cîhanê bitirsîne.


