New York (Rûdaw) - Di demekê de ku kêmtirî hefteyekê ji bo hilbijartinên giştî yên Amerîkayê maye, pêvajoya îsal ber bi wê yekê ve diçe ku di dîroka mirovahiyê de bibe hilbijartina herî biha.
Li gorî pêşbîniyên saziya AdImpactê, tenê xerciya reklamên siyasî ya di vê xulê de dê 11 milyar dolaran derbas bike.
Ev hejmara xeyalî careke din pirseke bingehîn xistiye rojevê: Gelo li Amerîkayê deng bi pereyan tên kirîn?
Peyamên mezin û gumana 'kirîna dengan'
Mijara kirîna dengan wê demê bû rojeva germ a medyayê ku namzedê Komariyan Donald Trump soz da hemû Amerîkayiyên temengihîştî yên xwedî mafê dengdanê ku di egera serkeftina wî de dê 5 hezar dolaran bidin wan.
Bicîkirina vê sozê di budceya giştî ya welatekî ku zêdetirî 40 trîlyon dolaran deyndar e de, pêwîstî bi nêzîkî trîlyonek dolarî heye.
Her çend di warê pratîkî de ne diyar be ka dê çawa bê bicîkirin jî beşek ji çavdêran ev soz wekî hewleke nerasterast a ji bo kirîna dengên dengdêran nirxand.
Qanûn çi dibêje û dewlemend çi dikin?
Di pergala federal a Amerîkayê de, hikûmet pereyan nade bangeşeya namzedên Kongreyê.
Namzed bi xwe pereyan ji welatiyan berhev dikin.
Qanûnê jî sînorekî tund ji bo bexşînê daniye; ti kes nikare di hilbijartinekê de zêdetirî 3 hezar û 500 dolaran bibexşîne namzedekî.
Her wiha bexşîna salane ya ji bo komîteya niştimanî ya partiyekê jî nabe ji 44 hezar û 300 dolaran derbas bibe.
Nexwe ev bi milyaran dolar ji kû derê tên?
Kilîta sereke ya vê hevkêşeyê komên bi navê "Super PAC" in.
2010an bi biryareke dîrokî ya Dadgeha Bilind a Amerîkayê, rê hat vekirin ku ev komîteyên serbixwe werin damezirandin.
Super PAC dikarin bêyî ti sînorî pereyan ji şirket û dewlemendan berhev bikin û di reklam û bangeşeyê de xerc bikin; bi şertê ku ti hevahengiya rasterast bi tîma kampanyaya namzed re nekin.
Vê mekanîzmaya yasayî rê daye sermayedaran ku bandoreke bêhempa li ser serkeftina namzedên dilê xwe çêbikin.
Vê rewşê wisa kiriye ku beşek ji rexnegiran bibêjin Amerîka ji "demokrasiyê" ber bi "plutokrasiyê" (desthilata çîna dewlemend) ve pêngavan diavêje.
Rikbaziya amaran: Komarî an Demokrat?
Li gorî amara fermî ya herî dawî ya heta 14ê Çiriya Pêşîn:
Komarî: Tenê bi rêya komîteyên xwe (bêyî Super PACan) 147,9 milyon dolar berhev kirine. Her wiha di destê Super PACên wan ên sereke de jî zêdetirî du qatên rikeberên wan pere hene.
Demokrat: Komîteyên wan 73 milyon dolar berhev kirine ku dike nêzîkî nîvê ya Komariyan. Lê belê ew di asta takekesî ya namzedan de li pêş in; hemû wan 10 namzedên Encumena Pîran (Senato) ku herî zêde bexşînên rasterast berhev kirine, ser bi Partiya Demokrat ve ne.
Şerê milyarderan: Musk li hemberî Soros
Cudahiya mezin ji hegemonyaya milyarderan derdikeve holê; di serî de jî kesê herî dewlemend ê cîhanê Elon Musk ku bi temamî piştgiriya Trump û Komariyan dike.
Musk di vê xulê de bi serê xwe 446 milyon dolaran daye wan Super PACên ku piştgiriya Komariyan dikin.
Ev bir jî zêdetirî çar qatên wan pereyan e ku George Soros (bexşînerê herî mezin ê Demokratan) bexşandine.
Qebareya wê sermayeya ku di hilbijartina îsal de tê bikaranîn bêhempa ye.
Tenê xerciya reklaman a kampanyayan ji tevahiya budceya salane ya hikûmeteke wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir e.
Tevî vî lehiya darayî jî ev pirsa bingehîn dimîne: Gelo bi milyaran dolarên dewlemendan dikarin li ser sindoqên dengdanê çarenivîsa serok û Kongreyê diyar bikin? Roja hilbijartinê dê bersiva vê pirsê bide.


