Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê ciwanan li 23 bajaran dest bi xwenîşandanan kir û ew ciwan bi navê "Nifşê Z"yê tên naskirin.
Ciwan perwerdeyeke baştir, kêmkirina mesrefên jiyanê û parastina jîngehê dixwazin.
Siyasetmedarên Almanyê jî dilgiran in û ew ditirsin ku ev xwenîşandan wekî yên li Fransayê veguherin tundiyê.
Bi bangeke li ser malpera bi navê "Nifşê Z Organîze Dike", hat xwestin ku îro xwenîşandan bên lidarxistin.
Nifşê Z ew ciwan in ku di navbera salên 1995 û 2010an de ji dayîk bûne.
Ev nifş, nifşên beriya xwe (dê û bavên xwe) tawanbar dike.
Wan tawanbar dike ku di têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de gavên pêwîst neavêtine.
Her wiha dibêjin wan cudahiya di navbera dewlemend û xizanan de kûrtir kiriye.
Rûdaw li kolanên Berlînê ye
Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê li Berlîna paytext ji nav xwenîşanderan pêşhat veguhestin.
Xwenîşanderekî ku hikûmet rexne dikir got, "Em li dijî serbaziya mecbûrî, bêpereyî û nebûna xizmetguzariyê xwenîşandanê dikin."
Xwenîşanderekî din jî bertek nîşanî dabeşkirina budceyê da û got, "Fêm nakim, dema ku ji bo leşkerî û artêşê pere hene çima ji bo perwerde û xwendinê nînin."
Tirsa Almanyayê ya ji 'Senaryoya Fransayê'
Li Fransayê xwenîşandanên ku aştiyane dest pê kiribû piştre veguherîbûn tundiyê.
Agir bi avahiya Şaredariya Limogesê hatibû xistin.
Her wiha polîsan bi xaza rondikrêj midaxeleyî xwenîşanderan kiribû.
Pisporê Karên Navxweyî yê Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) Alexander Throm li ser rewşê hişyarî da û got:
"Bihayê wê çi dibe bila bibe divê em rê nedin ku rewş wekî li Fransayê aloz bibe."
Li gorî nirxandinên îstixbarata Almanyayê rîskeke mezin heye û tê texmînkirin ku "hêzên çepgir ên tundrew û hinek komên neyasayî" xwenîşandanan veguherînin çalakiyên tundiyê.
Serokê komîteya parlamentoyê ya ku erkê wê çavdêriya saziyên îstixbaratê ye Marc Henrichmann li ser babetê axivî.
Henrichmann da zanîn ku di navbera çepgirên tundrew ên Ewropayê de pêwendiyeke rêxistinî heye.
Wî destnîşan kir ku êdî qada tevgera van koman tenê bi welatekî re sînordar nîne.
Li aliyê din, hat diyarkirin ku heta Sêşemê nêzîkî 134 hezar kesan ji bo beşdarbûna xwenîşandanan li ser malpera fermî ya projeyê xwe tomar kiriye.
Tê çaverêkirin ku îro ev hejmar bigihîje astên gelekî bilindtir.


