Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hîn biryara êrişeke nû ya li ser Îranê nedaye.
Wezîrên karên derve yên welatên Koma 20î (G20) li bajarê Atlantayê yê eyaleta Georgiayê civiyan.
Marco Rubio di kongreyeke rojnamegeriyê ya li wî bajarî de axivî û got, "Eger em bixwazin, em dikarin armancên xwe yên leşkerî bi dest bixin."
Lê Rubio da zanîn ku tevî wan raporên ku qala egera êrişeke nû ya Amerîkayê dikin jî Trump hîn biryar nedaye ku êrişî Îranê bike.
Tê texmînkirin ku eger êrişek hebe ew dê piştî hilbijartinên navîn ên Kongreyê yên roja sêşemê (3yê Çiriya Paşîn) were kirin.
Rubio li ser vê yekê got, "Îro li ser vê mijarê tiştekî min nîne ku ez ji we re eşkere bikim. Em ti mijareke bi vî rengî sivik nagirin."
Çareseriya dîplomatîk
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Tehran bi armancgirtina "çalak û eşkere" ya keştiyên bazirganiyê tawanbar kir.
Wî destnîşan kir ku Trump tercîh dike ku ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re çareseriyeke dîplomatîk were dîtin.
Lê belê Rubio ji bo dan û standinan ti dem diyar nekir û got:
"Ez qala bipêşketina wan dan û standinan an jî ti çarçoveyeke demî nakim. Ez tenê dikarim ji we re bibêjim; eger çareseriyeke dîplomatîk hebe, em dê ji bo wê vekirî bin."
Hişyariya Îranê û helwesta Ewropayê
Rêberê Bilind ê Îranê roja şemiyê Amerîka û Îsraîl li hemberî encamdana êrişeke nû hişyar kirin.
Ev hişyarî, piştî gefên destpêkirina êrişên nû yên piştî hilbijartinên Amerîkayê hat dayîn.
Beriya niha Trump jî hişyarî dabû ku egera êrişeke nû ya leşkerî piştî hilbijartinên navîn heye.
Trump ragihandibû ku ew difikire ka "dawiyê li wan bîne" yan na.
Lê her êrişeke nû di nav hevpeymanên Amerîkayê de dibe sedema dilgiraniyê.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê roja pêncşemê ji Ajansa France Presseyê (AFP) re axivî û got:
"Em daxwaza çareseriyeke dîplomatîk dikin. Bi rastî jî aloziyên heyî bi kêrî ti kesî nayên."



