Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku şeva borî hêzên welatê wî êrişeke sînordar biriye ser tesîseke parastina asmanî ya Îranê ya li Girava Qeşmê.
Trump di heman demê de tekez kir ku êriş sînordar bûye û ew naxwaze xelkekî zêde were kuştin.
Donald Trump di hevpeyvîneke bi telefonê de li gel kanala Fox Newsê li ser êrişê got:
"Wan tesîseke parastina dijebalafiran ava kiribû. Me jî du mehan çavdêriya avakirina wê dikir.
Şeva borî her ku temam bû, me gelekî baş lê da û wêran kir."
Ev daxuyaniya Trump piştî wê yekê hat ku îdiayên encamdana êrişeke asmanî ya li ser Girava Qeşmê belav bûn.
Trump ew operasyon wekî "êrişeke biçûk û sînordar" bi nav kir û anî zimên ku nabe wekî şerekî berfireh were wesifandin.
Hişyariya li ser tesîsên nukleerê
Serokê Amerîkayê hişyarî da ku Washington ji nêzîk ve û bi berdewamî çavdêriya tesîsên nukleerê yên Îranê dike û got:
"Eger kesek hewl bide destê xwe bighîne wan tesîsan, em dê careke din wan bombebaran bikin."
Trump her wiha ragihand, "Tişta ku bi Îranê re diqewime di wateya xwe ya berbelav de şer nîne, lê belê kontrola rewşê bi temamî di destê me de ye.
Tişta ji şiyanên Îranê maye em dikarin ji holê rakin, lê em dikarin xwe ji kuştina bi hezaran mirovan jî dûr bixin."
Trump da zanîn ku piştî hilbijartinan jî ew hewl nade xelkekî zêde li Îranê bide kuştin lê eger neçar bimînin ew dê tiştê pêwîst bikin.
"Destkeftên me dê zêdetir bin"
Trump di wê baweriyê de ye ku ji ber zextên leşkerî û aborî niha Tehran di rewşeke wisa de ye ku Washington dixwaze û pêkan e ku derbên zêdetir jî lê bidin.
Trump her wiha got, "Divê destkeftên me yên li Îranê ji yên li Venezuelayê gelekî zêdetir bin ku me bi dest xistine."
Ev êrişa asmanî û daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku dengdêrên Amerîkayê li seranserê wî welatî ji bo dengdana di hilbijartinên nîvdemî yên Kongreyê de diçin ser sindoqên dengdanê.



