Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên hilbijartinên destpêkê yên navberê yên Amerîkayê, Partiya Demokrat karî piraniya kursiyên Encûmena Nûneran a Amerîkayê ji destê Komariyan derxîne.
Ev yek wekî guherîneke bingehîn û destpêka rûbirûbûneke mezin a di 2 salên dawî yên desthilata Donald Trump de tê dîtin.
Li gorî CNN û NBC Newsê, Demokratan karî ji 435 kursiyên Encûmena Nûneran herî kêm 244 kursiyan bi dest bixin.
Ev hejmar ji wan 218 kursiyan gelekî zêdetir e ku ji bo bidestxistina piraniyê pêwîst in.
Bi vê yekê re ew dê bibin xwediya piraniya herî mezin a partiyê ya di nêzîkî 20 salên borî de. Ev encamên destpêkê ne û hîn encamên fermî nehatine ragihandin.
Berteka li hemberî şerê Îranê
Ev serkeftina Demokratan wekî bertek û hesabpirsîna dengderan a li hemberî siyasetên Trump tê dîtin.
Yek ji wan siyasetan jî şerê 8 mehan ê li dijî Îranê ye. Ev şer bûye sedema bihabûna sotemenî, xwirek û kel û pelan.
Dema ku 3yê Kanûna Paşîn a 2027an Demokrat desthilata encûmenê wergirin, dê bibe cara yekem di xula duyem a serokatiya Trump de ku tevahiya aliyekî Kongreyê di bin kontrola wî de nemîne.
Çimkî wî di dema borî de bêyî rêgiriya Komariyan gav ji bo hilweşandina saziyên federal avêtibûn.
Her wiha wî bacên gumrikê sepandibûn û budceya ku Kongreyê pesend kiribû birîbû.
Yekem serokê reşik
Tê pêşbînîkirin ku Serokê Demokratan ê li Encûmena Nûneran Hakeem Jeffries, di roja destbikarbûna xwe de bikeve dîrokê.
Ew dê bibe yekem serokê reşik ê Encûmena Nûneran ê di dîroka Amerîkayê de.
Bidestxistina piraniyê ya li Encûmena Nûneran, serokatiya komîteyên sereke dide destê Demokratan.
Ev yek desthilata dadwerî û bangkirina bi zorê dide wan.
Ew dê bi vê desthilatê li ser îdareya Trump, malbata wî û çalakiyên wan ên bazirganiyê lêkolînan bikin.
"Gendeliya malbata Trump"
Robert Garcia yê ku tê pêşbînîkirin bibe Serokê Komîteya Çavdêriyê, daxuyaniyek da.
Wî diyar kir ku komîteya wî dê balê bikişîne ser "gendeliya malbata Trump."
Di nav vê gendeliyê de hilberîna pereyên krîpto hene ku zêdetirî milyarek dolarî jê bi dest xistiye.
Her wiha binpêkirinên Saziya Koçberan, asayîşa neteweyî û dosyeyên Jeffrey Epstein jî dê li ser maseyê bin.
4 mijarên sereke
Li ser îhtimala hesabpirsîn û tawanbarkirina Trump a ji bo cara sêyem, di nava Demokratan de gotûbêjên navxweyî hene.
Hakeem Jeffries li ser vê mijarê ragihand ku Demokratan ti bijarde yekalî nekiriye û tiştek jî red nekiriye.
Wî anî zimên ku ew dê li gorî destûr, yasa û belgeyan tevbigerin.
Jeffries destnîşan kir ku bernameya yasadanînê ya Demokratan dê balê bikişîne ser 4 mijarên sereke.
Yek ji wan hilweşandina biryarên Trump ên ji bo kêmkirina budceya tenduristiyê ye.
Yên din jî dirêjkirina alîkariyên Yasaya Çavdêriya Tenduristiyê û vegerandina desthilata Kongreyê ya li ser sepandina bac û gumrikê ne.
Her wiha ew dê ji bo rawestandina şerê li gel Îranê jî hewl bidin.
Ev encam ji bo Serokê niha yê Encûmena Nûneran Mike Johnson û hevpeymanên Trump derbeyeke mezin e.
Tê pêşbînîkirin ku ew bi destbikarbûna Kongreya nû re posta xwe ji dest bide.
Di demekê de ku Demokratan di vê hilbijartinê de tenê pêwîstî bi standina 3 kursiyên din hebû da ku piraniyê bi dest bixin.



