Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê dengder çûn ser sindoqan da ku diyar bikin dê paşeroja serokatiya Donald Trump çawa be.
Amerîkiyan ji bo temamiya Encûmena Nûneran ku ji 435 endaman pêk tê û ji bo 35 kursiyên Senatoya 100 endamî dengên xwe dan.
Ev her du bask bi hev re Kongreyê pêk tînin.
Ji bilî Alaskayê, li hemû eyaletan pêvajoya dengdanê bi dawî bûye. Li Alaskayê jî pêvajoya dengdanê hîn didome.
Li gorî pêşbîniyên ku heta niha hatine belavkirin Komariyan kontrola Encûmena Nûneran ji dest da.
Pêşbaziya li Senatoyê jî ser bi ser didome.
Lê belê, namzedên Demokratan li Teksas û Kansasê bi ser ketin ku ev der bi dehan sal in wekî keleha Komariyan tên zanîn.
Ev yek nîşan dide ku tîma Trump nêzîkî têkçûneke giran e.
Dengderên Amerîkayê îro (3yê Mijdarê) ji bo hilbijartinên navberê çûn ser sindoqan.
Rewşa dawî ya li Encûmena Nûneran
Li gorî pêşbîniya CNNyê, di rewşa dawî de Demokratan li Encûmena Nûneran 13 kursî ji Komariyan standin û gihîştin 183 kursiyan.
Komarî jî xwediyê 107 kursiyan in.
Li Iowayê kursiyê Senatoyê bû yê Demokratan
Li gorî CBSyê, tê pêşbînîkirin ku kursiyê Senatoyê yê li Iowayê ji namzedê Demokrat Josh Turek re biçe.
Bi vê serkeftinê re Demokratan li Senatoya Amerîkayê heta niha piraniya bi 51 endaman bi dest xist.
Komariyan li Kansasê winda kir, li Alabama û Tennessee bi ser ketin
Li gorî pêşbîniya CNNyê ya li ser encamên hilbijartinê, dê namzedê Demokrat Adam Hamilton pêşbaziya Senatoyê ya li Kansasê qezenc bike.
Ew dê Senatorê Komarî Roger Marshall li pey xwe bihêle.
Serkeftina Hamilton li Kansasê, wekî têkçûneke mezin a partiyê tê dîtin.
Li Kansasê piştgiriyeke xurt a Komariyan heye lê ev eyalet di van hilbijartinan de ji bo wan bûye navendeke zehmetiyan.
Li gorî pêşbîniya CNNyê, dê endamê Encûmena Nûneran ê Komarî Barry Moore di pêşbaziya Senatoyê ya li Alabamayê de bi ser keve.
Moore dê kursiyê Senatorê Komarî Tommy Tuberville wergire ku ew jî bûye namzedê hilbijartinên parêzgariyê.
Li gorî pêşbîniyeke din a CNNyê, Senatorê Komarî yê Tennessee Bill Hagerty dê rikebera xwe ya Demokrat Marquita Bradshaw têk bibe û xula xwe ya duyem mîsoger bike.



