Hewlêr (Rûdaw) - Bidawîhatina dengdanê ya di hilbijartinên Amerîkayê de, li Washingtonê tenê destpêka rêzerêkarên destûrî, îdarî û milmilaneya siyasî ye.
Piştî ku Demokratan karîbû piraniya her du encumenên Nûneran û Pîran bi dest bixin, dê ev pêvajo di çend qonaxên yasayî yên diyarkirî re derbas bibe heta ku nexşeya desthilatê bi temamî biguhere.
Piştî hilbijartinên 4ê Çiriya Paşîn dê gavên fermî bi vî rengî bin:
Veqetandina fermî ya dengan û pesendkirina li eyaletan (Çiriya Paşîn - Kanûna Pêşîn)
Ew encamên ku dezgehên ragihandinê di şeva hilbijartinê de belav dikin nefermî ne. Di çend hefteyên bê de dê ev rêkar werin temamkirin.
Hejmartina dengên taybet: Veqetandina dengên bi posteyê, dengên mercdar û dengên leşkerên li derveyî welêt.
Pesendkirina eyaletan: Xişteyeke demkî ya her eyaletê heye. Eyaletên biçûk ên wekî Oklahomayê heta 10ê Çiriya Paşîn encaman pesend dikin lê li eyaletên mezin ên wekî California û Texasê ev pêvajo heta destpêka Kanûna Pêşîn berdewam dike.
Ducare hejmartin: Li wan navçeyên ku deng gelekî nêzîkî hev in, belgeyên yasayî û hejmartina bi destan dest pê dikin.
Dewirgirtina postan a li Kongreyê (Çiriya Paşîn - Kanûna Pêşîn)
Li Washingtonê li pişt perdeyê partiyên Demokrat û Komarî xwe ji bo xula nû bi rêxistin dikin:
Hilbijartinên navxweyî yên ji bo diyarkirina postên serkirdayetiyê: Serokê Encumena Nûneran, serkirdeyê piraniyê û yê kêmîneyê û serokên komîteyan.
Dabeşkirina ofîsên li nav avahiya Capitolê bi pişkan li ser endamên nû û destbikaribûna karmendên nû.
Sondxwarina Kongreyê
Li gorî sererastkirina 20emîn a Destûra Amerîkayê, 3yê Kanûna Paşîn a 2027an bi awayekî fermî guherîn dikevin warê bicihanînê: Hemû endamên nû yên Encumena Nûneran û Pîran di vê rojê de sonda yasayî dixwin.
Hilbijartina Serokê Encumena Nûneran: Heta ku serok neyê hilbijartin encumen nikare rûniştin û karên yasadanînê bike. Ji ber ku Demokrat piranî ne, dê namzedê wan bibe kesê sêyem ê desthilatê li Amerîkayê.
Bidestxistina piraniya Kongreyê ya ji aliyê Demokratan ve di 2 salên dawî yên serokatiya Donald Trump de, dê şêwazê desthilatdariyê bi temamî biguhere.
Asêbûna yasadanînê û lêkolîn: Demokrat dê kontrola komîteyan bikin da ku li ser îdareya Trump lêkolînan bikin. Ew dê berpirsan vexwînin û rê li ber danîna dadgerên kevneperest bigirin.
Şerê budce û cengê: Pesendkirina budceya federalî, deynê giştî û xerciyên leşkerî (bi taybetî pirsa şerê li dijî Îranê) dê rû bi rûyî astengiyên mezin bibin.
Destpêka rikeberiyên serokatiyê yên 2028an
Yekser piştî hilbijartinên nîvdemî, çav dê ji bo sala 2028an vegerin ser Koşka Spî.
Qonaxa "hilbijartinên destpêkê yên nediyar": Namzedên çaverêkirî dê dest bi komkirina alîkariya darayî, danîna karmendan û serdana eyaletên girîng ên wekî Iowa û New Hampshireyê bikin.
Paşeroja Komariyan: Di nav Partiya Komarî de dê gengeşeyeke tund dest pê bike da ku berê partiyê ya di qonaxa "piştî Trump" de diyar bikin. Armanca wan jî kişandina dengdêrên nerm û serbixwe ye.



