Hewlêr (Rûdaw) – Donald Trump ji bo nirxandina îhtimala destpêkirineke nû ya operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê, bi tîma xwe ya ewlehiya neteweyî re civiyan.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî jî peyam da Serokê Amerîkayê Donald Trump û got “erdnîgariya Îraqê nikare ji bo êrişên li dijî welatên cîran bê bikaranîn.”
Rayedarekî payebilind ê Amerîkayê ji Fox Newsê re ragihand ku Donald Trump roja pêncşemê bi fermandarên xwe yên ewlehiya neteweyî re civîneke krîtîk pêk aniye.
Rayedar destnîşan kir ku bi heman mijara rojevê roja çarşemê jî li Koşka Spî rêzecivîn hatine kirin.
Li gorî agahiyên ku rayedarên Amerîkayê parve kirine, şert û mercên meteorolojîk ên li Rojhilata Navîn, roja duşemê ji bo êrişeke muhtemel a li dijî Îranê guncaviyê nîşan didin.
Trump: Di demeke nêzîk de hûn dê bibînin
Trump li ser îhtimala destpêkirina şer diyar kir ku Washington “dê biryarekê bide” û pirsî:
“Gelo em dixwazin êrişên xwe bidomînin da ku piştrast bin ku bernameya nukleerî ya Îranê bi temamî hatiye tunekirin û ti carî ranabe ser lingan?"
Di berdewamiya ragihandinê de Trump peyamên tund dan Îranê û got:
“Eger şert û merc pêkan bin ez naxwazim Îrana mayî wêran bikim lê belê ez dikarim mecbûr bimînim.
Di demeke nêzîk de hûn jî dê bibînin bê ka çi dibe.”
Ji aliyê din ve, rayedarekî Amerîkî ku agahiya wî ji mijarê heye da zanîn ku Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji bo operasyonên pêkan ên li dijî Îranê amadehiyên xwe yên dawî qedandine lê belê ji bo ketina nava liv û tevgereke wisa li bendê ye ku ji Washingtonê fermanên nû werin.
Ji Îraqê hişyariya “serweriyê”
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî roja pêncşemê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axaftineke telefonî pêk anî.
Di daxuyaniya ku derbarê hevdîtinê li ser hesabê Xê yê Ofîsa Serokwezîriya Îraqê hat dayîn de, hat diyarkirin ku Zeydî li dijî bikaranîna axa Îraqê ya wekî bingeheke êrişê li dijî welatên cîran derketiye.
Di daxuyaniyê de ev gotin cih girtin:
“Birêz Serokwezîr helwêsta me ya neguhêr ew e ku divê rêz li serweriya dewletan bê girtin û axa Îraqê ji bo êrişên li dijî welatên cîran wekî qadeke êrişê neyê bikaranîn.”
.webp&w=3840&q=75)


