Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku li gorî daxwaza welatên Kendavê wan operasyona nû ya leşkerî ya li dijî Îranê daye rawestandin û derfet daye dîplomasiyê.
Trump maseya peymanê nîşanî Tehranê da û hişyarî da ku êrişeke nû ya pêkan dê ji ya berê "5 qat tundtir" be.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi medyaya Amerîkayê re derbarê aloziyên di navbera Washington û Tehranê de, hevdîtinên li Kendavê û senaryoyên leşkerî daxuyaniyên girîng dan.
Trump diyar kir ku wan bijardeya operasyona leşkerî ya li dijî Îranê bi temamî ji holê ranekiriye lê piştî destwerdana hevalbendên Kendavê ev pêvajo hatiye cemidandin û qarta dîplomasiyê hîn vekirî ye.
"Rayedarên Kendavê çareseriya bêşer xwest"
Trump sedema rawestandina operasyonê bi pêwendiyên li gel hevalbendan ve girê da û got:
"Sedema sereke ya avêtina vê gavê, hevdîtinên me yên berfireh ên bi hevalbendên herêmê re bûn. Wekî hûn dizanin Serokwezîrê Qeterê li Koşka Spî bû.
Her wiha me bi welatên cîran ên wekî Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn û Kuweytê re ku Îranê berê bi giranî ew kiribûn armanc, pêwendî danî.
Van welatan bi awayekî eşkere diyar kir ku li şûna derbeyeke nû ya ku dê nêzîkî 5 qatan ji ya berê tundtir be, ew dixwazin ku krîz bê şer û bi rêya dîplomasiyê were çareserkirin."
"Aboriya Îranê têk çûye"
Donald Trump da zanîn ku desthilata Îranê di nav tengasiyeke giran de ye û ji ber vê yekê li pey peymanekê ye.
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku aboriya Îranê felc bûye, pere ji bo hêzên çekdar nayê peydakirin û enflasyona fermî ya li wî welatî gihîştiye ji sedî 301an.
Trump pirsa derbarê dema pevçûnan bi vî awayî bersivand:
"Eger em bixwazin em dikarin vê mijarê di demeke gelekî kurt de bi awayekî leşkerî biqedînin lê belê di vê qonaxê de em dixwazin ku dîplomasî û mekanîzmayên zexta aborî bixebitînin."
Bombekirina bi balafirên B-2yan û hişyariya nukleerî
Trump di daxuyaniyên xwe de behsa serikên nukleerî jî kir û bi bîr xist ku beriya niha bi zêdetirî salekê bi rêya balafirên bombebarankirinê yên B-2yan tesîsên dewlemendkirina nukleerî yên Îranê hatibûn jinavbirin.
Serokê Amerîkayê careke din anî zimên ku çi dibe bila bibe ew dê ti carî rê nedin Îranê ku bibe xwedî çekên nukleerî.



