کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Tom Barrack / Wêne: Ajans

Tom Barrack / Wêne: Ajans

Cîhan

Tom Barrack bangî Herêma Kurdistanê kir: Nakokiyên navxwe li pey xwe bihêlin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

11-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran11-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Bûbûn sedema mirina dayîk û keça wê: Hirç û 3 têjikên wê hatin kuştin
Cîhan11-11-2026

Bûbûn sedema mirina dayîk û keça wê: Hirç û 3 têjikên wê hatin kuştin

G7ê xwest ku peymana HSD û Şamê bi temamî were bicihanîn
Cîhan11-11-2026

G7ê xwest ku peymana HSD û Şamê bi temamî were bicihanîn

Ciwanekî Kurd li Swêdê porê mirovan dike gubreyeke organîk
Cîhan11-11-2026

Ciwanekî Kurd li Swêdê porê mirovan dike gubreyeke organîk

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Sûriye û Îraqê Tom Barrack, bangî serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku nakokiyên navxweyî li pey xwe bihêlin.

Barrack da zanîn ku perçebûna siyasî, piştgiriya navneteweyî û veberhênanên li herêmê dixe metirsiyê.

Tom Barrack li Londonê beşdarî konferansa salane ya Chatham Houseê bû.

Barrack li ser pirseke têkildarî misogerkirina mafên Kurdan ên li Îraqê got, "Şîreta min û şîreta Serok jî ew e ku hûn nakokiyên xwe çareser bikin."

Barrack destnîşan kir, piştî ku wî li Kongreya Amerîkayê tevliheviyên Destûra Îraqê, sînorên statuya federal a Herêma Kurdistanê û çawaniya birêvebirina pêwendiyên bi Bexdayê re rave kirine, êdî nikare li wir nakokiyên malbatî yên navxweyî jî şîrove bike.

Barrack diyar kir ku ev nakokî şirketên Amerîkayî û yên navneteweyî dixin metirsiyê û êrişên li ser qada gaza Kormorê wekî mînak nîşan da.

"Êrişên li ser Kormorê nayên qebûlkirin"

Barrack li ser girîngiya pêkanîna yekîtiya li Herêma Kurdistanê axivî û got:

"Ev rewş wan şirketên ku ji bo tevahiya herêmê çavkaniya dahatê ne dixe metirsiyê. Êrişên li ser Kormorê nayên qebûlkirin.

Divê em hemû girîngiyê bidin vê mijarê û rêyekê bibînin ku bersivê bidin van êrişan."

Barrack her wiha destnîşan kir ku yekîtî ne tenê li Herêma Kurdistanê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî pêwîst e û wiha pê de çû:

"Pêdiviya me bi yekîtiyê heye; ne tenê di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî.

Eger di navbera serkirdeyên Kurd de û di navbera Hewlêr û Bexdayê de yekîtî nebe, ti veberhênêr bi milyaran dolarî naxe sektora petrol û gazê."

"Amerîka dikare navbeynkariyê bike"

Barrack eşkere kir ku Amerîka rasterast destwerdanê li nakokiyên Herêma Kurdistanê nake lê Washington dikare aliyan teşwîq bike, piştgiriyê bide wan, pêşniyaran pêşkêş bike û navbeynkariyê bike.

Barrack li ser vê helwesta Amerîkayê got, "Em destwerdanê nakin.

Rêyeke me ya destwerdanê nîne lê em dikarin teşwîq bikin, alîkariyê bidin, şîretan bikin û navbeynkariyê bikin."

Barrack da zanîn ku li pêşiya Herêma Kurdistanê derfeteke mezin heye û wiha axivî:

"Êdî dema wê hatiye. Li pêşiya we derfeteke mezin heye. Divê hûn van nakokiyên li ser bingeha eşîrî ku bi sedan sal in didomin li pey xwe bihêlin.

Ez bawer im hûn jî ji van bêzar bûne û westiyane. Barzanî jî wisa ne, Talebanî jî û Bexda jî."

Barrack ragihand ku helwesta Amerîkayê ya li ser Herêma Kurdistanê parastina yekîtiyê ye û got:

"Hûn nikarin li benda bi sedan milyar dolarî veberhênanê bin; heke pirsgirêkên we yên dabeşbûnê yên ku cîhan ji wan fêm nake bidomin, ev yek ne pêkan e."

Wî diyar kir, eger karsazek an şirketeke pirsgirêkek bi dest bixe, divê stratejiyeke çareseriyê ya zelal, fêmkirî û pêkan hebe.

Barrack tekez kir ku yekîtî û aramî ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, ji bo tevahiya herêmê xwedî girîngiyeke sereke ye.

Têkiliyên Îraq û Îranê û rêyên nû yên petrolê

Barrack qala pêwendiyên Îraq û Îranê jî kir û diyar kir ku Amerîka li bendê nîne ku Îraq dijminatiya Îranê bike.

Barrack got ku divê Îraq wekî pirekê di navbera her du welatan de be û bi bîr xist ku ji bilî pêwendiyên olî û dîrokî, sînorekî hevpar ê bi dirêjiya nêzîkî hezar û 500 kîlometreyî di navbera wan de heye.

Barrack bal kişand ser pirsgirêkên li Tengava Hurmizê jî û got ku divê ji bo hinartina enerjiya Îraqê rêyên alternatîf bên çêkirin.

Di vê çarçoveyê de wî amaje bi wê yekê kir ku girîng e Îraq bi rêya xetên boriyên petrolê bi Tirkiye û Sûriyeyê ve were girêdan.

Barrack burokrasî û astengiyên li pêşiya şirketên navneteweyî yên li Îraqê jî rexne kirin.

Wî bi henek û zimanekî tinazî rexne li wê yekê girt ku heta niha jî bi milyonan dolar di pakêtên plastîkî de li balafiran tên barkirin û ji bo Bexdayê tên şandin.

 

Nûçeyên Têkildar

Bûbûn sedema mirina dayîk û keça wê: Hirç û 3 têjikên wê hatin kuştin
Cîhan11-11-2026

Bûbûn sedema mirina dayîk û keça wê: Hirç û 3 têjikên wê hatin kuştin

G7ê xwest ku peymana HSD û Şamê bi temamî were bicihanîn
Cîhan11-11-2026

G7ê xwest ku peymana HSD û Şamê bi temamî were bicihanîn

Ciwanekî Kurd li Swêdê porê mirovan dike gubreyeke organîk
Cîhan11-11-2026

Ciwanekî Kurd li Swêdê porê mirovan dike gubreyeke organîk

Pirsên