کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dîmena grevê / Wêne: AA

Dîmena grevê / Wêne: AA

Cîhan

Ji ber krîza xaniyan û kêmbûna mûçeyan karkerên Spanyayê ketin grevê

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

11-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran11-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Bûbûn sedema mirina dayîk û keça wê: Hirç û 3 têjikên wê hatin kuştin
Cîhan11-11-2026

Bûbûn sedema mirina dayîk û keça wê: Hirç û 3 têjikên wê hatin kuştin

G7ê xwest ku peymana HSD û Şamê bi temamî were bicihanîn
Cîhan11-11-2026

G7ê xwest ku peymana HSD û Şamê bi temamî were bicihanîn

Tom Barrack bangî Herêma Kurdistanê kir: Nakokiyên navxwe li pey xwe bihêlin
Cîhan11-11-2026

Tom Barrack bangî Herêma Kurdistanê kir: Nakokiyên navxwe li pey xwe bihêlin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Spanyayê sendîkayên karkeran û sendîkayên kirêdaran piştî 14 salan ji bo çareserkirina krîza xaniyan û zêdekirina meaşan dest bi greva giştî ya 24 demjimêran kir.

Ev grev nêzîkî 19 milyon karker û karmendên di sektora giştî û taybet de li xwe digire û nîvê şevê dest pê kir.

Li stasyon û febrîqeyan rê hatin girtin

Di demjimêrên ewil ên grevê de karkeran bi taybetî li stasyonên trênê, bazarên mezin ên fêkî û sebzeyan û herêmên pîşesaziyê bi çalakiyên xwe hewl da rê li ber ketina nav stasyon û febrîqeyan bigirin.

Sendîkaya CCOOyê li ser malpera xwe sedemên grevê eşkere kirin û da zanîn:

"Pirsgirêk ne kêmbûna dewlemendiyê ye, belkî pirsgirêk ew e ka dewlemendî çawa tê dabeşkirin. Divê şirket, rêxistinên kar, birêvebariyên xwecihî û hikûmet bikevin nava liv û tevgerê."

UGT: Ji bo meaşê bi rûmet û parastina mafê xaniyan

Sendîkaya UGTyê jî di danezana xwe de destnîşan kir:

"Ji bo mûçeyeke bi rûmet û hêsankirina bidestxistina xaniyan, ji bo parastina xizmetguzariyên giştî, dabeşkirina adil a dewlemendiyê û parastina tenduristiyê ya li cihê kar, li dijî newekheviyê divê têkoşîn hebe."

Zêdetirî 800 hunermendan piştgirî da grevê

Li aliyê din, zêdetirî 800 kesayetên navdar ên ji cîhana çand û hunerê îmzeya xwe danî binê danezana piştgiriya vê greva giştî.

Di nav van kesayetan de derhênerên fîlman Rodrigo Sorogoyen û Laura Hojman, lîstikvan û nivîskar Carlos Bardem, nivîskar Alana S. Portero, fîlozof Paul B. Preciado û muzîkjen Nacho Vegas jî cih digirin.

Pirsên