Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd bi rêbazeke xwe ya nûjen balê dikişîne ser xwe.
Ew porê mirovan ê ku rojane di salonên sertaşiyê de tê avêtin û şewitandin, vediguherîne gubreyeke (semad) şil a ji sedî sed organîk.
Ev gubre ne tenê zererê nade jîngehê, li gorî ceribandinan, 17 qatan ji gubreyên kîmyawî yên kevneşopî bikêrtir û bi hêztir e.
Alan Mejdîn Sammo ciwanekî 32 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê ye û ev nêzîkî 17 sal in li bajarê Sundsvallê yê Swêdê dijî.
Alan xwendekarê beşa bijîşkiyê ye û di heman demê de karê sertaşiyê dike.
Di encama hewldanên wî yên bi salan de, îro projeyeke wî ya mezin heye ku dikare şoreşekê di çandiniya kesk û parastina jîngehê de çêbike.
Ji kursiya sertaşiyê ber bi ramana zanistî ve
Alan Sammo bû mêhvanê me û pirsên me bersivandin.
Wî qala çîroka destpêkirina vê dahênana balkêş kir û got:
"Ez xwendekarê beşa bijîşkiyê me. Di sala yekem de wan em fêrî wê yekê kirin bê canê mirov ji çi pêk tê û çawa dixebite.
Hemwext min karê sertaşiyê jî dikir. Di vî karî de min bi çavê xwe dît ku bi tonan por tê hederkirin, avêtin û şewitandin."
Alan diyar kir ku di wê gavê de nêrîneke zanistî û kîmyawî di mêjiyê wî de çêbûye û wiha pê de çû:
"Min ji xwe re got, por tenê bermahî nîne. Xezîneyek e ku dikare bibe gubreyeke xwezayî û 17 qatan ji ya teqlîdî baştir be."
Alan ji bo bipêşxistina vê ramanê heta Koreya Başûr çûye û li wir bi taqîgeh, endezyar û çêkerên makîneyên teknolojîk re civiya.
Pergaleke girtî û sifir karbon
Yek ji xalên herî girîng ên vê projeyê ew e ku di qonaxa çêkirinê de ti zerer nagihîje jîngehê û rêjeya belavbûna gaza karbonê sifir (Zero Carbon) e.
Alan li ser hûrgiliyên teknîkî ev agahî dan:
"Em pergaleke girtî (closed-loop system) ya ji polayê zengarnegir bi kar tînin.
Di reaktoreke biyolojîk a germî de, bi alîkariya hîdroksîda potasyûmê reaksiyonek pêk tê. Kîratîna di por de dihele û dibe şilek.
Porê di vê pergalê de ji bo nebatan dibe gubreyeke giranbiha."
Qonaxa patentê û piştgiriya li Swêdê
Ev ciwanê Kurd niha li benda belgeya fermî ya dahênanê (Patent) ye.
Li gorî gotina Alan Sammo, li Swêdê wergirtina vê bawernameyê di nav şeş qonaxên dijwar re derbas dibe.
Alan destnîşan kir ku ew niha di qonaxa piştrastkirinê (verification) de ne û got:
"Hemû lêkolîn hatine kirin da ku were îsbatkirin ku li seranserê cîhanê kesî teknolojiyeke wiha çênekiriye. Ji bo bersiva fermî tenê çend hefte mane."
Li gorî agahiyên ku Alan dane, Şaredariya Sundsvallê, Înkubatora BizMaker û Zanîngeha Mid Swedenê piştgiriyeke mezin didin wan.
Alan Sammo diyar kir ku di qonaxa duyem de, piştî derbasbûna 18 heta 24 mehan ew dê dest bi çêkirina kargehê û hilberîna berfireh bikin.
Alan anî zimên ku ji bo vekirina kargehên mezin ên navendî pêwîstî bi derdora 15 milyon euroyan heye.
Lê piştgiriya aborî û zanistî ya ji aliyê saziyên herêmî û dewleta Swêdê ve rêya wan hêsan dike.
"Ez Kurdekî Rojavayî me û dahênan bi navê min e"
Li ser pirsa ka gelo wî dahênana xwe bi navê welatiyekî Swêdî yan wekî Kurdekî tomar kiriye, Alan wiha axivî:
"Ez 17 sal in li Swêdê dijîm û vî welatî derfet da min lê min xwe wekî Alanê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê da nasîn. Ez çend salan li kû derê bimînim jî dilê min bi welatê min re ye."
Ciwanê Kurd bal kişand ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û got:
"Hêviya min ew e ku em li Herêma Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê jî kargehên bi vî rengî ava bikin.
Li bajarên me bi hezaran ton gazên zerardar ji bermayiyan derdikevin. Em dikarin bi van projeyan hem xwezaya Kurdistanê biparêzin û hem jî çandiniyê bi pêş bixin."
Armanc berhemekî ji sedî sed organîk e
Alan li ser pirsa ka rengê por ferq dike yan na, eşkere kir:
"Rengê por ê xwezayî çi reş be, çi vekirî be ti cudahiyê nake.
Lê eger por bi boyaxên kîmyawî hatibe rengkirin, ji bo me hinekî zehmet e, ji ber ku em naxwazin ti madeyên kîmyawî bikevin di nav vê gubreyê de. Armanca me ew e ku berhem ji sedî sed organîk û siruştî bimîne."
Projeya ku Alan niha li ser dixebite, di medyaya mezin a Swêdê de deng vedaye.
Bi vê gavê, Alan Mejdîn Sammo nimûneyeke berbiçav a ciwanên jêhatî yên Kurd nîşan dide.
Ew nîşan dide bê çawa dikarin ji jiyana penaberiyê û karê rojane, bibin pêşengên çareseriyên zanistî yên ji bo krîzên jîngehî yên li ser asta cîhanê.


