Balyozê nû yê Bengladeşê yê li Iraqê Mohammed Fazlulbarî di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Rûdawê da.
Bi gelemperî, pirs û bersiv li ser Bengladeşiyên ku li Herêma Kurdistanê dijîn û dixebitin, nexşerêya vekirina konsulxaneyê û têkiliyên Bengladeş-Herêma Kurdistanê ev in:
Rûdaw: Rêzdar Fezlulbarî. Di demekê de ku we dest bi berpirsiyariya xwe ya nû wek balyozê Bengladeş li Iraqê kir, ku Iraq ber bi hilbijartinan diçe. Hûn çawa li siberoja hilbijartinan dinerin?
Fezlulbarî: Wek tê zanîn dê hilbijartin di 10ê Oktoberê de birêve biçin. Em hêvîdar in ku hemû partiyên demokratîk beşdar bibin û hilbijartin bi şêwazeke aştiyane birêve biçin. Heya vê demê em ti cûre gefeke metirsîdar nabînin ku bibe sedema astengdarkirina hilbijartina aştiyane.
Balyozê rêzdar, we serdana Serok Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê kir. Çi hate gotin? Ez dizanim ku we Serok Nêçîrvan bi fermî dawetî Bengladeşê kiriye. Gelo armanca vê dawetnameyê çi ye?
Spas ji bo pirsa te! Di bingeh de, her ji ragihandina serxwebûna Bengladeşê di sala 1971ê de, pêwendiyên me yên dualî yên baş bi Iraqê re hebûn. Iraq yek ji wan yekemîn welatên erebî yên misilmannişîn bû ku sala 1972an serxwebûna Bengladeşê nas kir. Cihekî baş ê gelê Iraqê di dilê me de heye. Jixwe şêniyên herdu welatan misilman in. Me hewl da têkiliyên dualî yên bazirganî bi Iraqê re geş bikin. Bi nêrîna me, Herêma Kurdistanê herêmeke pir giring e ji bo geşkirina pevguhertina bazirganî. Herwisa hejmareke zêde ya welatiyên Bengladeşê li Herêma Kurdistanê dijîn û demeke dirêj e li vir kar dikin. Hinek ji wan ev 14-15 sal in li vir kar dikin. Ji ber van sedeman, em li vê serdanê û li civîna bi lîderên vir re fikirîn. Li gor me, pêşvebirina pêwendiyê pir giring e.
Ev bazirganî di pratîkê de çawa û di çi warî de dibe?
Bi şêweya sereke, em li avakirina pêwendiyên bazirganî fikirîn dema me zanî ku li vir qadeke baş ji bo avakirina pîşesaziya çerm an ew pîşesaziyên ku pişta xwe bi çêrm girêdidin, heye. Bengladeş yek ji wan welatan e ku çend cûreyên kelûpelên ji çerm çêkirî berhem tîne û hinardeyî çend welatên cîhanê dike. Piştî nirxandina egeran û baş zanîna şert û mercan, bê guman em ê hewl bidin pêşniyar û derfetên bi vî rengî li ber çav bigirin.
Tiştekî din heye. Hejmareke zêde ya ciwanên Bengladeşî li Herêma Kurdistanê dixebitin. Di warê nêtpakî û dilsoziya wan di karê wan de, navûdengiyeke baş dane. Hûn çawa li rewşa wan dinerin. We çi ji jiyana wan fêm kir?
Di vê serdana min de, derfet ji min re çêbû ku çavê min bi hejmarek Bengladeşiyên rûniştevanên Herêma Kurdistanê bikeve. Me gotûbêjeke baş kir. Hemûyan bi xweşhalî gotin min li vir jiyaneke pir baş dijîn û ji hemî hêlan ve alîkariya wan tê kirin, yanî ji hêla şêniyên vir û kesên bi wan re tevdigerin. Herwisa xwedan karên wan jî ew wisa wesf kirin ku kesên pabend û xwedî reftarên bedew in. Ango rewşa wan baş e û xweşhal in ku li vir dijîn û kar dikin. Ev agahiyeke dilxweşker e ku ez dixwazim bibim welatê xwe û hikûmeta xwe li Bengladeşê jê haydar bikim.
Qasî hûn dizanin, reftara xelkê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi wan welatiyên Bengladeşê re çawa ye, hûn ji wê reftarê razî ne gelo?
Erê em razî ne. Hemûyan gotin min ku kêfxweş in û ti kêşe û reftareke xerab li holê nîne. Ji hêla rûniştevanên vir û xwedan karên wan û karmendên fermangehan û ji hemî goşeyan ve reftara baş bi wan re tê kirin, lewra kêfxweş in. Ev nûçeyeke pir xweş e ji min re wek balyoz.
Qasî hûn dizanin ji karkerên Bengladeşê re çi kêşeyeke ku rûbirûyî wan dibe, ji wan re zehmet e?
Bi rastî ti kêşeyeke ewqas mezin nîne ku ez li vir behs bikim. Berê çend kêşe hebûn wek pênedana kerta niştecîbûnê yan moleta karkirinê, herwiha vîzayê jî. Xuya ye, berî çend salan bi yasa moleta niştecîbûn û karkirinê bi wan hat dayîn. Dû re piraniya wan ev derfet bikar anîn. Vêga bi moleta fermî li vir dijîn û dixebitin. Ti dilgiraniyek di vî warî de tune ye.
Gotina te ji rûniştevanên Bengladeşî li Herêma Kurdistanê re çi ye. Li gor te, divê çi were kirin ji bo ku jiyana wan çêtir bibe?
Ew dixwazin em zûzûka serdana wan bikin û di egera tûşbûna wan bi her kêşeyekê de çavê me li wan be û em bi rayedarên vir re bipeyivin ji bo ku her demekê tûşî kêşeyekê bûn bi hêsanî were çareserkirin.
Wek mînak heke mamele, belge yan tiştekî wan hebe û bixwazin bi Bengladeşê re bipeyivin çi dikin. Li Hewlêr û Kurdistanê çî we heye, ofîsa we heye? Gelo hûn bi nêt in di siberojê de çi bikin?
Ti ofîseke me li vir tune ye. Lê karmendên balyozxaneya me her çend mehan carekê serdana Hewlêrê yan bajarên din ên Herêma Kurdistanê dikin. Ew xizmetguzariyên hevawayê konsulxaneyan pêşkêş dikin. Bila ez tiştekî jî ji te re bibêjim: Plana me heye em konsulxaneyeke rûmetê li vir vekin. Min bi kesên têkildar re behsa vê mijarê kir. Lê ew peyam bi me hat ragihandin ku li şûna vekirina konsulxaneya rûmetê, em konsulxaneya herdemî yan asayî vekin. Ev ew peyam bû ku ji hêla rayedarên vir li ber guhê min ket. Divê ez jî bi hikûmet û biryarbidestên welatê xwe re bigengêşim.
Ango plan vekirina konsulxaneyê yan tiştekî din e?
Plan vekirina konsulxaneya rûmetê ye. Lê wek min got ew peyam bi me hat ragihandin heke em konsulxaneya fermî vekin dê pêşwaziyeke çêtir lê were kirin. Hevawayê çend welatên din ku konsulxaneyên xwe li vir vekirine. Ango ev peyam gihiştiye min û ez dixwazim bigihînim hikûmeta xwe li Bengladeşê û bendewariya caba wan dikim.
Te bi Serokê Herêma Kurdistanê re behsa vê mijarê kir?
Erê.
Nêrîna wî çi bû?
Bibûre?
Nêrîna wî çi bû? Bi wî xweş bû ku hûn konsulxaneyê vekin?
Wek min berê behs kir, ew peyam gihişte min ku ew bêhtir dixwazin em konsulxaneyeke fermî vekin. Heman peyam ji berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê gihişte min.
Balyozê rêzdar, plana te çi ye ji bo wê dema ku tu yê li Iraq û Herêma Kurdistanê bibî. Tu yê çi bikî?
Armanca bilez û sereke ew e ku ez têkiliya dualî di navbera herdu welatan de ber bi pêş ve bibim. Ji bo bidestxistina vê armancê jî pêwîst e ez bi dijwarî bixebitim. Ez hîs dikim pêwîst e li ser asta bilind serdan di navbera herdu welatan de hebin. Hem ji hêla berpirsên hikûmetê, hem bazirgan û veberhêner. Xuya ye plana min ew e ku ez vê geş bikim. Ez hêvîdar im hilbijartin bi xweşî kuta bibe, ez dû re dikarim hûrtir li ser kar bikim.
Balyozê Bengladeş li Iraqê Mihemed Fezlulbarî, gelek spas.
Spas ji bo berdestkirina vê derfetê ji bo ku ez di kanala we de bipeyivim.



