Hewlêr (Rûdaw) – Herêma Kurdistanê xwe ji nakokiyên navbera Tehran û Waşingtonê dûr digre û naxwaze ser bi ti eniyekê were hesibandin. Herêma Kurdistanê hewl dide ku ne Amerîka û ne jî Îran axa Herêma Kurdistanê nekin medyana şer û qada çareserkirina arîşeyên xwe.
Amerîka û Îran li Iraqê û Herêma Kurdistanê xwedî gelek berjewendiyên cuda û dij bi hev in. Hikûmetên Kurdistan û Iraqê hewl didin ku her core şereke herdu welatan li navçeyê, zirarên mezin negihîne Hewlêr û Bexdayê.
Milmilanî û rikeberiyên Amerîka û Îranê li navçeyê hêj jî tund in. Navend û cihê sereke yê wan milmilaniyên tund jî wiha dixuye ku Iraqê be, hevdem Herêma Kurdistanê weke beşek ji Iraqê dixwaze bê alî û temaşekerê wan nakokiyan be. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di vê baweriyê de ye ku pêngava rast û dirist ev e.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDK, Hûşyar Sîweylî ji Rûdawê re ragihand: “Helwesta me weke ku Barzanî diyar kiriye, ev e ku divê em sûdê ji wan guhertinan werbigrin ku li navçeyê çê dibin, eger ew yek jî nehat kirin, divê em kar bow ê ykeê bikin ku gelê me tûşî zirarê nebe.”
Lêkoler û Serokê Navenda MERÎ, Dilawer Elaedîn jî dibêje, divê hikûmet nûneratiya berjewendiyên Herêma Kurdistanê bike û rê nede vê partî û wê aliyê karekê bikin ku Hewlêrê rakişînin nava milmilaniyan.
Dilawer Elaedîn ji Rûdawê re got: “Hikûmeta Herêmê divê di kontrolkirina hemû wan hêzan de ciddî be ku di çarçoveya wê de ne, daku ti hêzek bi awayekê yekalî karekî wisa neke ku hikûmet ber bi alîgiriyê ve han bidin, Îran û Amerîka jî bi wê yekê asûde ne eger hêz bi bêalî bimînin.”
Heta ku nakokî û milmilaniyên navbera Îran û Amerîkayê zêdetir bin, hejmara wan kesên ku xwe li ser yek ji wan du welatan yekalî dikin, bi awayekî rasterast ab jî nerasterast piştgiriya siyasî, serbazî û aborî ji hev re radigihînin.
Heta niha Iraq û Herêma Kurdistanê ji welatên bêalî û bêdeng in. Hewlêr dixwaze karekî bike, ku dûrî û nêzîkiya wê li Tehran û Waşingtonê weke hev be.



