Bêhtirî du mehan e krîza qerz û deynên xanî û eqaran li Çînê peyda bûye. Qeraseyek jê berpirs e ku samanê wî 352 milyar dolar e. Ji 128 bankan û herwisa ji 121 dezgehên darayî deyn kiriye û ew jî xistine pirsgirêkê. Carinan jî qala 290 dezgehên bankî û darayî tê kirin.
Em qala krîzekê dikin ku berê xwe daye şirketa Evergrande ku di rêzbenda mezintirîn şirketên cîhanê de, di rêza 152an de ye. Rasterast û ne rasterast 3.8 milyon karmendên wê hene û bêhtirî 1300 projeyên wê yên niştecîbûnê hene. Bi sedema komîserhevbûna deynên li ser, herwisa meşandina çend polîtîkayên “nesaxlem” wek paşxistina dana deynan û firotina yekîneyên niştecîbûnê bi daşikandina bêhtir û pakkirina hesabên xwe, kerta xanî û eqarên Çînê tûşî krîzeke kujer kir.
Rast e Pekîn bêhtirî şeş hezar mîlan dûrî Hewlêrê ye, lê derbarê bandorên Çîn û Amerîkayê, ti wateyeke erdnîgariyê nîne. Çi baş çi xerab bandora wan digihe dawiya dinyayê. Hema ku krîz derket akamên wê gihiştin bazarên Kendavê, Ewropa û Amerîkayê. Her diçe encamên wê zêdetir jî dibin. Ne dûr e bandora vê krîzê bigihe Herêma Kurdistanê jî. Xasma bingeha kerta xênî û eqaran li Herêma Kurdistanê û stîla ku şirketên xênî û eqarên Çînê û welatên din dimeşînin, li Kurdistanê jî bi heman yan nêzîkî heman prose dubare û sêbare jî dibe. Lewra niha toz û tirabêlk nemaye, mij û moran ji hev belav bûye û em dikarin rastiyan zelaltir bibînin.
Krîz ewqas bandorker bû nehişt kes bi vê pirsê re bigihîje ka gelo ev krîz dê tenê di sînorê Çînê de bimîne yan welatên din jî li xwe bigire. Pir bi lez bandora wê ya neyînî sûkên Asya, Amerîka û welatên Kendavê li xwe girt û bandorên wê yên xerab derketin holê.
Pêlên erdheja Çînê gihiştin welatên cîhanê. Navenda wê Çîn bû, lê bazar ji xew rakirin. Berdewamî, komîserhevbûn û paşxistina dana deynan ku qebareya wan gihiştiye 300 milyar dolaran sedemên vê krîzê ne.
Bûyer, bi bobelata berî 13 salan re hevdem e gava çarem mezintirîn banka cîhanê li Amerîka Lehman Brothers bi sedema krîza qerz û deynên xênî û eqaran li îflasê da.
Krîza qerz û deynên Evergrande ne di şev û rojekê de çê bû. Lê vedigere destpêkên sala 2018an. Wê çaxê divabû ev şirket çar milyar dolarên deynan bide, lê ji danê li paş ma. Êdî wek kuliyeke berfê ku ji jor digindire newalê, pirsgirêk bi vî rengî mezin bû.
Evergrande li pey hev şaşî li dû şaşiyê dike, çimkî daşikandinê ji kiryarên nû re dike, ango wek mînak heke kiryarê berê yekîneyek bi 100 hezar dolaran kirîbe, kiryarê duyem ku piştî salekê yan piştî çend mehan tê, li şûna ku bi nirxekî girantir bikire şirket tê bi ji %25 erzantir difiroşiyê, ango bi 75 hezar dolaran. Ev jî tenê ji bo xatirê wê yekê ye ku pereyên kaş ên zêdetir bi dest bixe. Lê wisa ziyaneke mezintir li xwe da gava biha û nirxê yekîneyên xwe daxist. Korona hat, Evergrande neçar bû di dawiyên sala 2020an de bi rêjeya ji %30 daşikandin ji bo yekîneyên xwe kir da kiryaran rakêşe û kêşeyên xwe çareser bike, lê xebînet hewldanên wê qeraseya xênî û eqaran di komkirina kertên xwe yên tertûbelav de badilhewa bûn.
Pirsgirêk wê çaxê derket gava şirketê ji bo perdekirina deynên xwe, çend projeyên din ragihand ji bo ku ziyanên xwe yên berê kêm bike, lê pabendiyên wê zêdetir bûn, êdî neçar e ji hedge fundan (hedge funds wan dezgehên darayî li xwe digire ku bi şêweyeke berfireh di bazaran de mamele û hilberînê dikin û deynan didin, lê ji sindoqên hilberînê cuda ye) bi sûdeke bilind deyn bike, bi awayekî rêjeya sûdên wê ji %8 zêdetir e, ango niha du cûreyên deynên bisûd li ser Evergrande, ji bilî du cûreyên din jî. Ev jî sedemeke sereke ya derketina wê peqlîşkê ye ku qebareya wê 300 milyar dolar e. Pirsgirêk ew e ku hemî yekîneyên xwe jî bifiroşe nikare deynên xwe pê bide. Ev di demekê de ye ku beşek ji wan yekîneyan milkê xelkê ne û çend qist jî dane, şirketên dabînkirina keresteyan jî bûne xwediyên beşekê ji wan.
Bi dirêjahiya sala 2021 pişkên wê şirketa Çînî di daketinê de bûn, bi rêjeya ji %85, bi tenê di vê pêla dawî de ji %40 daketin. Her çiqas Çînê hewldaneke zêde kir û tibaba 14 milyar dolaran nîşan da da ku dirav berdest be û li beramber jî şirketê beşek ji samanên berdestê xwe xist dewsa wê qerzê.
Ji xeynî komîserhevbûna deynên li ser, 123 hezar karmendên şirketê mûçe wernegirtin û mûçeyên wan dereng ketin.
Mekanîzma karkirina şirketên mezin ên warê xênî û eqaran bi vî rengî ye. Pêşî deynekî zêde ji bo demeke dirêj û bi sûdeke kêm ji bankê werdigirin. Aliyekî din xelk e ku birek pere ji xelkê werdigirin wek qista ewil. Aliyê sêyem ku şirket pê re tevdigere şirket û kargehên keresteyên avahîsaziyê ne, her ji bist û çîmento heya keresteyên elektrîk û keresteyên din ji bo kutakirina projeyan.
Wexta ku pirsgirêk çêdibe, şirketên keresteyên avahîsazî û kargeh dibin beşek ji pirsgirêkan, çimkî şêwaza lihevkirina kargeh û şirketên avahîsazî bi şirket û veberhênerên xênî û eqaran re bi awayekî ye, ku tomeriya şayesteyên darayî nade wan li hember keresteyên avahîsazî, lê belê beşekê bi kaş dide, beşekê jî yekîneya niştecîbûnê dide wê, lewra hem veberhêner çavkaniyeke din a xwedan qerz lê zêde dibe, ku di dawî de dibe bargiranî bi ser wî de, li milekî din, dibe ku şirketên keresteyên avahîsazî tûşî rewşeke aloz bibin ku bi sedema wê tûşî kêmbûna pereyên kaş bibin, di heman demê de ew şuqe jî ku li şûna keresteyan kirîne mafê wê nîne wan bifiroşe.
Lewra şirketên xênî û eqaran ji van çavkaniyan tên maldarkirin:
1. Bank û hedge fund (fon an weqfên sênc)
2. Beşdarbûna yekîneyan
3. Şirketên avahîsaziyê.
Pirsgirêk ew e dezgehên îdarekirina metirsiyan di nav Evergrande de pir lawaz bûn, heya asta ku avrûbir bûn, meziniya şirketê wiha kir kesî pêşîbînî nekir ku şaştiyeke kujer a bi vî rengî bike bi awayekî ku safîkirina hesaban bi ti aliyekî re yekalî nekir ku çend qerz û sûdan vegerîne, lewra qezencê sermayeya wê xwar.
Cudahî ew e ku şirket li Çînê ye û dibe ku hikûmet beşekê ji deynan bi her awayekî be li stûyê xwe bigire, yan piştevaniyeke mezin a darayî bide bazaran bi wan mekanîzm û rêyên ku li ber dest in. Lê lîstik mîna berikên domînoyê ye, ketina Evergrande tê wateya ziyana bi dehan bankên mezin, şirket û kargehan û îflasbûna bi sedan hezar malbatan û bêkarbûna bi sedan hezar merivan.
Kompanyaya Evergrande nimûneyeke berbelav e ku li gelek welatên cîhanê, Herêma Kurdistanê jî di nav de, dubare dibe. Lewra pirsa sereke ev e ku çawa çewtiyên wê dubare nebin?
Ji bo Herêma Kurdistanê ku piştî sektora petrolê, kerta xênî û eqaran duyem çalaktirîn sektor e, tenê projeyên ku ji hêla desteya hilberînê ji koma bêhtirî 990 projeyên ku sermayeya wan 58.8 milyar dolar e, 199 proje di kerta niştecîbûnê de ne bi sermayeya 17 milyar dolaran ku bêhtirî ji %29ê tomeriya sermayeya projeyên moletkirî ye. Vêga li Herêma Kurdistanê bi şuqe, xênî û vîleyan nêzîkî 174 hezar yekîneyan moleta avakirinê standine, ew ên ku di bazarê de ne û bazirganiyê bi yekîneyan dikin hejmara wan bêhtirî 5 hezar û 850 şirket û ofîsên xênî û erdan in.
Kerta niştecîbûnê yek ji wan sektoran e ku wek toreke pîrhevokî tevneke wê ya aloz û hestyar heye. Tev li hin sektorên din e. Yek ji wan kerta pîşesazî ye, tenê di warê hilberînê de bi bihayê zêdetir ji 19.3 milyar dolar molet bi 253 kargehan hatiye dan.
Heke em tenê qala kargehên çîmentoyê bikin ku hejmara wan 6 kargeh in, ku zêdetir ji 4300 derfetên kar berdest kirine, em ê bibînin ku bi sermayeya 2,750 milyar dolaran dikarin 16.5 milyon ton çîmento berhem bînin, her çiqas niha 10.7 milyon tonan berhem tînin.
Her sal pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi şeş milyon ton çîmento heye, ango ew kargeh ji bilî ku dikarin ji %100ê pêdiviyên navxwe dabîn bikin, dikarin ji %16ê pêdiviyên Iraqê jî misoger bikin.
Ev hemî rastî wê yekê nîşan didin ku kerta niştecîbûnê girêdayî çend sektoran e, rêzek karên bazirganî bi hev ve girê dide, her aloziyek di daxwazên wan de bilez bazarê têk dide. Lewra pêwîst e borda birêvebirina şirket û veberhêneran pir bi hestyarî tevbigerin, çimkî her pêta agirekî biçûk ku neyê kontrolkirin, egera bobelateke mezin li dû wê heye, bi awayekî wek benê tizbiyekî ku vediçire û her libeke wê bi hêlekê de diçe.


.webp&w=3840&q=75)
