Sê xalên sereke hene heke em wan çareser nekin, em ê ber bi rewşeke aborî ya pir xirab ve herin ku dê pêşî aramiya civakî û piştre jî ya siyasî û aborî têk bibe. Ez vê yekê mîna bangewaziyekê dibêjim, heke em li hawarê neçin metirsî pir mezin e.
Ew her sê xal jî ev in: Dabînkirina xwarinê û ewlehiya xwarinê, enflasyon ango giranî û guherînên seqa ango avûhewayê.
Min wek endamekî Parlamentoya Kurdistanê pirsyarek ji Wezîrê Bazirganî yê Herêma Kurdistanê re şand: Gelo ji % çiqas Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe, pişta xwe bi xwe girê dide? Bersiv pir xofdar û sersamker bû û wiha bû: Tenê ji %10 û ji %90ê pêdiviyên Herêma Kurdistanê ji derve tên!
Tê pêşbînîkirin ku di sala 2030 de, hejmara niştecihên Herêma Kurdistanê bigihêje 7.5 milyon kesan. Ev yek ji bilî zêdebûna hejmara merivên ku ji Iraqê ji ber nebûn û kêmbûna ava vexwarinê û bilindbûna pileyên germê, kêmbûna xizmetguzariyên pizîşkî, perwerdeyî û xwendinê têne Herêma Kurdistanê.
Niha piraniya sedemên koçkirina derveyî welêt li ser asta Rojhilata Navîn û rojhilata Asyayê, sedemên ewlekarî û siyasî ne û heya sala 2030 dê sedema serekî ya koçberiyê li cîhanê xurek ango xwarin be ku çavkaniya serekî ya vê sedemê jî guherîna seqa û avûhewayê ye.
Welatekî wek Tirkiyê di sala 2030an de êdî wê nikaribe bacanên sor, rûn, ard û… hwd hinardeyî derve bike, tenê wê bikaribe pêdiviyên xwe yên navxweyî bi cih bîne.
Dabînkirina ji %90ê pêwîstiyên Herêma Kurdistanê ji derveyî welêt, ji me re dibêje ku Herêma Kurdistanê ji mijara projeyên niştecihbûnê û bilindkirina bircên niştecihbûnê û molan ku ji xeynî ku pereyên hişk bi rêya wan projeyan diçin derveyî welêt, ewqasî li avakirina bingeheke çandinî û pîşesaziî ya bi hêz nehatiye fikirîn.
Dema ku ji %90ê hewcedariyên Herêma Kurdistanê ji derve tên, pirsgirêkên civakî li vir bi beloqî diyar dibin ku ji me re dibêjin rêjeya bêkariyê li Herêma Kurdistanê çiqasî bilind e û çima em nikarin her sal ji bo nêzîkî 50 hezar derçûyên zanîngehê di sektora taybet de kar peyda bikin. Çunke em tiştan bi amadeyî ji derve tînin, li hundir ev pirsgirêk hîn çareser nebûye. Êdî diyar e her demekê dewlet derî bigirin dê çi biqewime.
Heke em pişta xwe bi pişka xwarinê ya mehane ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tê dayin asê bikin, di sala 2021ê de, tenê pişka şeş mehan ji Herêma Kurdistanê re hat şandin, ew jî mehên (2, 3, 4, 7, 9, 11), û di sala 2022yan de, Iraqê tenê ji %45ê pişka Herêma Kurdistanê ji genim şand.
Yanî Iraq ne ew cih e ku em pişta xwe pê asê bikin û dibe ku sibe bêje ji ber ku petrola Herêma Kurdistanê radestî Bexdayê nayê kirin, em ê pişka xwarinê ya mehane jî qut bikin û ev jî ji hikûmeta Iraqê tê çaverêkirin.
Dema enflasyon û bêbazarî bi hev re çêdibin berhemanîn jî kêm dibe
Divê hikûmet bi hemû hêza xwe dest bi kar bike û bazarê kontrol bike. Enflasyon di heyva Nîsana 2022yan de ji %7 zêdetir bû. Divê hikûmet tedbîrên zanistî yên aborî werbigire da hemwelatî karibin tiştan bikirin. Heke na dema enflasyon hebe û bazar lawaz be, berhemanîn jî kêm dibe, dema berhemanîn kêm bû, derxistina karker û karmendan ji kargehan zêdetir dibe û bêkarî çêdibe. Hikûmet jî nikare mûçeyên bêkariyê li Herêma Kurdistanê dabîn bike, ji ber ku enflasyon û bêkarî hene aloziyên civakî û siyasî çêdibin. Ji ber ku enflasyon heye, betalî jî çêbûye û çavkaniya dahatê kêm bûye, her wiha dahat ji bo dabînkirina pêdiviyan nemaye.
Hemû cîhan jê ditirse lê em qala wê jî nakin
Tiştê ku tê pêşbînîkirin û bi neçarî diqewime ew e ku li seranserê cîhanê ji ber guherîna avûhewayê xwarin bihatir bûye, nemaze genim û birinc. Her wiha ji ber nebarîna baranê, kanî zuha dibin, ti carî di dîroka Kurdistanê de asta ava binerd bi qasî niha kêm nebûye, li Quştepe û Behrke li Hewlêrê ji bo kolandina bîrên avê kûrahiya kolandinê gihîştiye 700 metreyan, lêbelê di sala 1989an de li Hewlêrê bi 80 metreyî bîra avê dihat kolandin.
Pisporekî avê li Herêma Kurdistanê ji me re got, li Herêma Kurdistanê nêzîkî ji %65 ji ava ser erdê vala xerc dibe û em mifayê jê nakin, em ava bin erdê bi kar tînin! Di vê kirîza avê de, li gel hemû zanyariyên ku li ber destê hikûmetê hene ku ava binerd êdî kêm dibe, nû bi nû plan heye ji bo parêzgeha Hewlêrê di sala 2022yan de zêdetirî 135 bîr werin kolandin, lêbelê ava çêm (Zê) li kêleka Hewlêrê diherike.
Guhertinên avûhewayê ango hişkatiyeke zor û dijwar, kêmbûna avê, agirekê mezin û şewatên daristanan, bilindbûna pileyên germahiyê, bilindbûna asta ava deryayê û rabûna lehiyan. Helîna cemedên qutbên Arktîk û Antarktîk (her du cemserên bakur û başûrê cihanê), bahozên xurt û wêranker û…hwd.
Encamên van bûyeran
Koçkirin
Nemana berhemên xwarinê, xasma birinc û genim
Giranbûna berhemên xwarinê
Birçîtî
Xerabiya kalîteya celebê xwarinê
Kêmbûna ava vexwarinê
Belavbûna nexweşiyên kujer wek malarya û zêdebûna nesaxiya penceşêrê
Divê di zûtirîn dem de û bêyî ku hikûmet rojeke tenê jî dereng bikeve, pirsgirêka avê çareser bike. Tew heke bi rêya sektora taybet be jî bi dayîna îmtiyazên taybet avê bikişîne nava bajaran. Piştî 5 salên din, av dê bibe mezintirîn çavkaniya dabînkirina dahat û siyaseta Herêma Kurdistanê.
* Cîgirê Serokê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê


.webp&w=3840&q=75)
