Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Heşdî Şebiyê li parêzgeha Nînowayê (Mûsil) operasyonek kir.
Di operasyonê de 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku yek ji wan berpirsê lojîstîkê bû.
Fermandariya Giştî ya Heşdî Şebiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyon li çoltera bajarokê Beacê yê Nînowayê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê operasyonê de 3 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Berpirsê lojîstîkê yê DAIŞê hat kuştin
Li gorî daxuyaniya Heşdî Şebiyê, nasnameya yek ji wan çekdarên kuştî eşkere bûye.
Hat zanîn ku kesê bi navê H.A.A. berpirsê kar û barên lojîstîkê yên DAIŞê yê herêmên Hezer û Beacê bûye.
Tola 4 leşkeran hat hilanîn
Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encumena Parêzgeha Nînowayê Mihemed Casim Kakeyî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Mihemed Casim Kakeyî da zanîn ku Artêşa Îraqê û Heşdî Şebî nêzîkî 10 roj in li çolterên Beac û Hezerê operasyoneke berfireh dikin.
Kakeyî destnîşan kir ku ev operasyon piştî êrişeke DAIŞê dest pê kiriye.
Hat bibîrxistin ku 24ê Gulanê li hemberî hêzên antî-terorê êrişeke bombeyî hatibû kirin û di encamê de 4 leşkerên Îraqê hatibûn kuştin.
Hat diyarkirin ku ev operasyon wekî bersiva wê êrişê hatiye kirin û tawanbar hatine kuştin.



