Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr di çarçoveyeke sînordar de
ma û onsa zêr nêzîkî 10 dolarên din daket.
Ev roja sêyem e ku bihayê zêr dadikeve û niha onsa zêr bi
derdora 4 hezar û 680 dolarî tê kirîn û firotin.
Di peymanên paşerojê de onsa zêr bi derdora 4 hezar û 700
dolarî tê kirîn û firotin.
Birêvebirê şîrketa şêwirmendiyê ya Gold and Silver Centralê
Brian Lan li ser mijarê axivî.
Brian Lan diyar kir ku bazirgan li benda encama hevdîtina
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping in û got:
"Bazirganên zêr bi baldarî çavdêriya hevdîtina Trump û Xi
Jinping dikin. Ew li benda encama hevdîtina her du serokan in."
Bandora şer û enflasyonê
Brian Lan da zanîn ku daketina van rojên dawî ji ber
zêdebûna berbiçav a enflasyona li Amerîkayê ye.
Ev enflasyon ji ber şerê Îranê derketiye holê.
Li gorî wî şîrovekarî, zêdebûna enflasyonê rê li ber Serokê
Nû yê Banka Navendî ya Amerîkayê Kevin Warsh digire da ku faîzên bankan kêm
bike.
Vê rewşê jî zextek li ser bihayê zêr çêkiriye.