Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onsa zêr piştî vebûna bazarên Asyayê ji sedî 0,2 daket.
Zêr niha bi 4 hezar û 534 dolaran tê kirîn û firotin.
Du sedemên sereke bandorê li bihayê zêr dikin.
Yek ji wan hêviya bidawîbûna şerê Îranê ye û ya din jî metirsiya bilindbûna enflasyonê ye.
Dan û standinên bi Îranê re
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja çarşemê li ser mijarê axivî û got:
"Dan û standinên bi Îranê re di qonaxa dawî de ne."
Wî her wiha hişyarî da û got, "Eger Îran peymanê îmze neke, dê rûbirûyî êrişên tundtir bibe."
Analîstê şirketa şêwirmendiyê ya Oandayê Kevin Wong jî ev mijarê nirxand û got:
"Daxuyaniyên Trump ên li ser wê yekê ku Amerîka û Îran gihîştine qonaxa dawî ya peymanê, di bazarê de hesteke erênî çêkiriye."
Zêr ji sedî 14 bihayê xwe ji dest daye
Kevin Wong da zanîn ku geşbîniya ji bo xelaskirina şerê Îranê bi erênî bandor li bihayê zêr kiriye.
Lê belê bilindbûna faîza veguherînê ya Xezîneyê yên Amerîkayê dilgiraniyek çêkiriye.
Ev dilgiranî li ser egera bilindkirina faîza bankê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve ye û vê yekê zext li bihayê zêr kiriye.
Ji destpêka şerê Îranê ve heta niha, bihayê zêr ji sedî 14 bihayê xwe ji dest daye.
Sedema vê yekê bilindbûna bihayê petrolê û egera zêdebûna enflasyonê ye.
