Hewlêr (Rûdaw) - Hat angaştkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axiviye û jê re gotiye “Tu dîn î.”
Hat gotin ku Trump ji ber gurbûna aloziya li Libnanê bertekeke tund nîşanî wî daye û gotiye, "Heke ez nebûma niha tu di girtîgehê de bûyayî."
Axiosa platforma nûçeyan a Amerîkayê li ser mijarê nûçeyek belav kir.
Li gorî nûçeya ku xwe dispêre du rayedarên Amerîkayê, Trump doh bi telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re peyiviye û bertekeke tund nîşanî wî daye.
"Tu dîn î"
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê van rojên dawî li Libnanê alozî gur kiriye.
Hat destnîşankirin ku Trump ji ber vê yekê nerihetiya xwe bi awayekî eşkere aniye zimên.
Trump ji Netanyahu re gotiye ku wî pêvajoya dan û standinên bi Îranê re "sabote kiriye" û jê re gotiye, "Tu dîn î."
Hat eşkerekirin ku Serokê Amerîkayê di hevdîtinê de amaje bi lêpirsînên gendeliyê yên li ser Netanyahu jî kiriye û ji wî re gotiye, "Heke ez nebûma niha tu di girtîgehê de bûyayî."
Yekî ji wan rayedaran diyar kiriye ku Trump ji Netanyahu re ev tişt jî gotine:
"Ez te rizgar dikim. Niha hîletê her kesî ji te diçe û ji ber vê yekê zehlê her kesî ji Îsraîlê diçe."
Daxuyaniya Trump a li ser medyaya civakî
Trump piştî hevdîtina xwe ya bi telefonê ya doh a bi Netanyahu re, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Trump destnîşan kir ku wan bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re hevdîtineke "gelekî baş" kiriye.
Trump anî zimên ku dê Îsraîl leşkeran neşîne Beyrûtê û heke leşkerên ku derketine rê jî hebin ew hatine vegerandin.
Trump eşkere kir ku ew bi awayekî nerasterast bi Hizbulahê re jî axiviye û li pey çû:
"Wan jî li ser rawestandina hemû pevçûnan li hev kir. Dê Îsraîl êrişî wan neke û ew dê jî êrişî Îsraîlê nekin."


