Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dan û standinên Washington û Tehranê didomin.
Trump nûçeyên li ser rawestandina pêwendiyan wekî "nûçeyên sexte" bi nav kirin.
Trump her wiha hişyarî da Tehranê û xwest ku êdî peymanekê bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma Truth Socialê peyamek belav kir.
Trump di peyama xwe de nûçeyên li ser qutbûna dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de red kirin.
Trump ew nûçe wekî "nûçeyên sexte" bi nav kirin û wiha got:
"Ew nûçeyên sexte yên ku dibêjin Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê çend roj berê dev ji axaftina bi hev re berdaye, nerast û xelet in."
"Dan û standinên me didomin"
Serokê Amerîkayê bal kişand ser mijara dan û standinan û wiha li pey çû:
"Dan û standinên me bi awayekî bêdawî didomin. Her wiha beriya 4 rojan, beriya 3 rojan, beriya 2 rojan, doh û îro jî dan û standin hatin kirin."
"Hûn 47 sal in vê yekê dikin"
Trump derbarê encama van dan û standinan de bi awayekî nezelal axivî lê hişyariyeke tund da Tehranê.
Trump di peyama xwe de wiha nivîsî:
"Kes nizane dê bi kû ve biçin. Lê wekî ku min ji Îranê re jî got: Dem hatiye ku hûn bi awayekî peymanekê bikin.
Hûn 47 sal in vê yekê dikin û êdî rê nayê dayîn ku ev yek wiha bidome."
Li Rojhilata Navîn aloziyên şer
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku li Rojhilata Navîn alozî zêde dibin.
Ji ber şerê Îranê û pirsgirêka girtina Tengava Hurmizê aloziyên li herêmê didomin.
Li aliyê din, hewlên dîplomatîk jî berdewam in da ku rê li ber xurtbûn û belavbûna şer were girtin.



