Hewlêr (Rûdaw) - Cîhan li ber metirsiyeke nû ya avhewayê ye û Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide.
Rêxistina Keşnasiyê ya Cîhanê zengila metirsiyê lê dide û dibêje ku îhtimala rûdana diyardeya El Ninoyê di navbera mehên hezîran û tebaxê de ji sedî 80 ye.
Ev diyarde dibe sedema têkçûna hevsengiya avhewayê ya li seranserî cîhanê.
Berpirsê Pêşbînîkirina Avhewayê yê Rêxistina Keşnasiyê ya Cîhanê Wilfran Moufouma Okia li ser mijarê axivî û diyar kir:
"Armanc ew e ku were diyarkirin gelo diyardeya El Ninoyê dest pê kiriye an na û bersiv jî erê ye.
Germbûn li herêma ekwatorî ya Okyanusa Pasîfîkê tê dîtin.
Her wiha rapora me hewl dide ku ji bo sê mehên bê, di navbera hezîran û tebaxê de, pêşbîniya zêdebûna vê diyardeyê bike ku encamên wê balkêş in."
Pisporên Neteweyên Yekbûyî destnîşan dikin, dibe ku ev pêl ji "navîn ber bi bihêz ve" be.
Guherîna di dabeşbûna ba û baranê de
El Nino ne tenê germbûn e, di heman demê de guherîneke mezin e di dabeşbûna ba û baranê de.
Tê çaverêkirin ku herêmên wekî Awistralya, beravên Afrîkayê û bakurê Brezîlyayê rûbirûyî ziwabûnê bibin.
Her wiha dibe ku herêmên rojhilatê Afrîkayê dawiya salê rûbirûyî lehiyê û baranên dijwar bibin.
Wilfran Moufouma Okia her wiha da zanîn:
"Bi giştî, diyardeya El Ninoyê bi awayekî demkî be jî dibe sedema germbûna cîhanê.
Pir caran, piştî rûdana El Ninoyê ku ya dawî sala 2023yan bû, sala piştî wê dibe sala herî germ a di dîrokê de, wekî sala 2024an."
Neteweyên Yekbûyî eşkere dike ku tekane rêya rûbirûbûna vê metirsiyê, kêmkirina bikaranîna sotemeniyên kevneşopî û bipêşxistina pergala hişyariya pêşwext a parastina xelkê ye.
El Nino çi ye?
El Nino diyardeyeke avhewayê ye ku bi germbûna neasayî ya ava rûyê Okyanusa Pasîfîkê ya ekwatorî tê naskirin.
Ev guherîna germahiya deryayê bandorê li pergalên avhewayê yên seranserî cîhanê dike.
El Nino dikare li hinek deveran bibe sedema ziwabûn û hişkesaliyê û li hinek deverên din jî bibe sedema baranên zêde û lehiyan.



