Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di şerekî bi çekan de dayîkek mir û kurê wê jî birîndar bû.
Li Taxa Akpiyarê ya Kolana 403an, di navbera du koman de ji ber sedemeke ne diyar nîqaş derket.
Nîqaş di demeke kurt de veguherî şerê bi çekan.
Dayîka ku ket navberê mir
Dayîka bi navê Herîman Altundag û kurê wê S.A.yê 15 salî dema xwest ku bikevin navbera her du aliyan bi çifteyê birîndar bûn.
Xelkê li derdorê dayîk û kurê wê bi otomobîlên taybet veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê.
Dayîk Herîman li nexweşxaneyê mir.
4 kes hatin desteserkirin
Polîs piştî agahdarkirinê çûn cihê bûyerê û li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir û 4 kesên ku tevlî şer bûbûn jî desteser kirin.



