Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê navên hinek dibistanên dewletê bûn bi zimanê Kurdî.
Birêvebiriya Perwerdeyê ya Efrînê meha borî biryarek derxistibû da ku navên çend dibistanên dewletê yên li navenda bajêr werin guhertin.
Ev biryar doh hat bicihanîn û navên nû yên Kurdî û dîrokî li şûna navên kevn hatin danîn.
Guhertinên ku di navên dibistanan de hatine kirin wiha ne:
Dibistana Azadiyê: Li şûna Dibistana "Al-Ittihad Al-Arabi"yê (Yekîtiya Ereban).
Amadehiya Newrozê ya Keçan: Li şûna Amadehiya Efrînê ya Keçan.
Dibistana Şehîdên Efrînê: Li şûna Dibistana "Zekerîya Hebeş"ê.
Dibistana El-Salih: Li şûna Dibistana "Ebdulqadir El-Salih"ê.
Dibistana Ehmed Şewqî: Li şûna Dibistana "Fexredîn Paşa/Tişrîn"ê.



