Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan bi telefonê axivîn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, Nikol Paşinyan di wê pêwendiyê de Cejna Qurbanê ya Erdogan pîroz kiriye.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de, pêvajoya asayîbûna pêwendiyên dualî yên Tirkiye-Ermenistanê û mijarên herêmî hatin nirxandin.
Asayîbûna pêwendiyan û bazirganî
Erdogan diyar kir ku asayîbûna di navbera Tirkiye û Ermenistanê de bi gavên ji bo destpêkirina bazirganiya rasterast didome.
Serokkomarê Tirkiyeyê bal kişand ser wê yekê ku “Tirkiye ji bo aştî û aramiya li herêma xwe hewl dide.”
Erdogan her wiha destnîşan kir ku ew dê her tim piştgiriyê bidin wan gavên ku tên avêtin.



