Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf hişyarî da Îsraîlê û ragihand, eger êrişên li ser Libnanê neyên rawestandin Tehran dê pêvajoya dan û standinan rawestîne û bi tundî li dijî Îsraîlê raweste.
Mihemed Baqir Qalîbaf îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew bi rêya telefonê bi Serokê Parlamentoya Libnanê Nebîh Berî re axiviye.
Wî di wê pêwendiyê de piştgiriya xwe ji bo Hizbulahê û Tevgera Emelê diyar kiriye û gotiye:
"Pêwendiya di navbera Îran û Libnanê de qut nabe û canê me û we yek e."
"Em dê pêvajoya dan û standinan rawestînin"
Qalîbafê ku serokatiya şandeya dan û standinan a Îranê jî dike, eşkere kir ku wan di van du rojên borî de ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê bi awayekî micid kar kiriye û li pey çû:
"Eger ev tawan berdewam bikin, em dê ne tenê pêvajoya dan û standinan rawestînin, em dê li dijî rejîma Siyonîst jî rawestin."
Serokê Parlamentoya Îranê amaje pê kir ku her peymana ji bo bidawîkirina şer derkeve holê, divê rawestandina êrişan a li hemû eniyan li xwe bigire, bi taybetî jî êrişên li eniya Libnanê.
Hişyariya liser Tengava Bab El Mendebê
Di heman demê de bi hişyariya Qalîbaf re, Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Îsmaîl Qaanî jî ragihand ku berdewamiya operasyonên Îsraîlê dibe bibe sedema gava hevbeş a "eniya berxwedanê" û Îranê ya li Tengava Bab El Mendebê.
Qaanî hişyarî da ku dibe rewşa hatin û çûna keştiyan a li Bab El Mendebê mîna ya Tengava Hurmizê bibe.
Ev hişyariyên Îranê piştî wê yekê tên ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja yekşemê ragihandibû ku hêzên wan li başûrê Libnanê keleheke stratejîk a serdema sedsalên navîn kontrol kiriye.
Her wiha wî ferman daye hêzên Îsraîlê ku ji bo dûrxistina Hizbulahê ya ji sînorên xwe bêhtir bi pêş ve biçin.
Şerê niha yê Rojhilata Navîn ji 2yê Adara 2026an ve Libnan jî li xwe girtiye.
Ev jî piştî wê yekê hat ku Hizbulahê wekî bersiveke ji bo kuştina Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî di roja ewil a êrişa Amerîka û Îsraîlê de gelek mûşek avêtin Îsraîlê.
Ji wê demê ve ji ber êrişên asmanî û bejayî yên Îsraîlê yên li ser Libnanê, bi hezaran kes hatine kuştin û birîndarkirin.



