Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Îngilistanê Aston Villaya ku di fînala Lîga Ewropayê ya UEFAyê de tîma Almanyayê Freiburg 3-0 têk bir û bû şampiyon û bi merasîmekê kupaya xwe sitand.
Di fînala ku li Stenbolê li Stadyuma Tupraşê hat lîstin de Aston Villa bû xwediya kupayê.
Serokê UEFAyê Aleksander Ceferin lîstikvanên her du tîman pîroz kirin û madalyayên wan bi wan ve kirin.
Wî kupa da kaptanê Aston Villayê McGinn.
Tîma Îngilistanê di nav konfetiyan de kupa hilda.
Lîstikvan bi strana Queenê ya "We are the champions" li ber trîbunan geriyan û wan kêfa şampiyoniyê kir.
