Hewlêr (Rûdaw) - Xelatên Pêşbaziya 13emîn a Helbestê ya Arjen Arî 30yê Çiriya Pêşîn li Amedê tên dayîn.
Ev pêşbazî ji bo bîranîna helbestvanê Kurd ê navdar Arjen Arî û her wiha ji bo teşwîqkirina helbestvanên ciwan tê lidarxistin.
Arjen Arî yek ji navên girîng ên helbesta nûjen a Kurdî ye.
Merasîma xelatdayînê bi hevkariya Şaredariya Peyasê û Weşanên Sor tê organîzekirin û dê roja înê li Eywana Xwendinê ya Arjen Arî ya Şaredariya Peyasê were lidarxistin.
Îsal du dosye bûn yekem
Di 13emîn Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî de ku encamên wê di 15ê Gulana borî, anku Roja Zimanê Kurdî de hatibûn ragihandin, du dosye bûn yekem.
Dosyeya Hoşeng Nizarî ya bi navê “Bîra Beyabanê” û dosyeya Simeya H. Lalîn a bi navê “Hestiyên Tivinga Min” ji aliyê jûriyê ve wekî yekem hatin destnîşankirin.
Jûriya pêşbaziyê ji Berken Bereh, Necla Arî, Gulîzer, Emerîkê Sidîqayê û Nuroj Munzur pêk dihat û wan dosyeyên 13 helbestvanên ciwan nirxandin.
Her du berhemên ku hêjayî xelatê hatin dîtin, ji aliyê Weşanên Sor ve wekî pirtûk hatin çapkirin.
Her wiha Xelata Rûmetê ya vê salê jî ji ber xebatên wî yên li ser ziman û wêjeya Kurdî dê bidin zimanzan û Kurdologê Amerîkî Michael L. Chyet.
Bernameya bîranîn û xelatdayînê
Di çarçoveya bernameyê de, dê destpêkê demjimêr 12:30î li Goristana Yenîkoyê ya Amedê li ser gora Arjen Arî bîranînek bê lidarxistin.
Merasîma xelatdayînê jî dê demjimêr 18:00an dest pê bike.
Di merasîmê de xelatên Hoşeng Nizarî û Simeya H. Lalîn ên ku bûn yekem dê werin pêşkêşkirin.
Simeya H. Lalîn piştî pêşkêşkirina xelatan dê pirtûkên xwe ji bo xwendevanan îmze bike.
Demjimêr 19:00an jî dê panelek li ser "Helbest û Hevpeyvînên Arjen Arî" bê lidarxistin.
Nivîskar Osman Ozçelîk û Rêzan Diljen dê wekî axêver beşdarî panelê bibin û moderasyona wê jî dê ji aliyê Mîna Acerê ve were kirin.
Arjen Arî kî ye?
Arjen Arî sala 1956an li gundê Çalê yê girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayîk bûye.
Wî xwendina xwe ya seretayî û navîn li Nisêbînê qedandiye û sala 1979an beşa Zimanê Tirkî ya Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê qedandiye.
Helbesta wî ya yekem heman salê di kovara "Tîrêj"ê de hatiye weşandin.
Helbestên wî di kovarên cuda yên li Tirkiye, Swêd û Başûrê Kurdistanê de hatine weşandin.
Arjen Arî sala 2004an di nav damezrînerên Yekîtiya Nivîskarên Kurd de cih girtiye û 30yê Çiriya Paşîn a 2012an li Amedê koça dawî kiriye.
Di nav pirtûkên helbestên wî de Ev Çiya Rûspî Ne, Ramûsanên Min Veşartin li Geliyekî, Destana Kawa, Şêrgele, Çil Çarîn, Gorî û Bindest, Kulîlkên Be’îvan, Payîza Peyvê, Erotîka, Bîhoka Li Pişt Sînor û Bakurê Helbestê hene.
Hemû helbestên wî bi navê "Şêrgele" ji aliyê Weşanên Sor ve hatine çapkirin.


.jpg&w=3840&q=75)