Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê amadehiyên Festîvala 6emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Rojava didomin.
Di çarçoveya amadehiyan de li dîwarên bajêr wêneyên helbestvan û hunermendan tên xêzkirin ku dîmenên gelekî xweş derdixînin holê.
Birêvebiriya festîvalê ji Rûdawê re ragihand ku ew dê 13ê Çiriya Paşîn a 2026an dest pê bike.
Festîval dê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişloyê bê lidarxistin.
Ji 243 fîlman 45 fîlm hatin hilbijartin
Deriyê serlêdanê yê ji bo festîvalê 23yê Îlona 2026an hat girtin.
Ji bo beşdarbûnê bi giştî 243 fîlm hatin şandin.
Komîteyê ji nav wan 45 fîlmên cîhanî û navneteweyî hilbijartin.
Ji bilî pêşbirka fîlman, pêşbirka senaryoyê jî heye.
Encamên vê pêşbirkê dê di dawiya festîvalê de eşkere bibin.
Roja yekem a festîvalê dê fîlmê bi navê “Heval Kekê Min” bê nîşandan.
Ev fîlm berhema nû ya Komîna Fîlm a Rojava ye.
100 mêvanên cîhanî û atolyeyên sînemayê
Di çarçoveya festîvalê de dê gelek atolye û semîner jî bên dayîn.
Dê li ser kameravanî, derhênerî, dîmen û montajê atolye hebin.
Ev atolye dê ji aliyê sînemagerên navxweyî û biyanî ve werin pêşkêşkirin.
Nêzîkî 100 mêvanên navneteweyî yên ku ji sînemager û rojnamegeran pêk tên dê beşdarî festîvalê bibin.
Ev sînemager dê li ser rewş û bipêşketina sînemaya cîhanî nîqaşan bikin.
Her wiha gelek sînemagerên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê jî dê li Qamişloyê amade bin.
Ew dê li ser paşeroj û rewşa sînemaya Kurdî nîqaşan bikin.

.jpg&w=3840&q=75)