Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan navên kesên ku hêjayî Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên Serokkomariyê yên sala 2026an hatine dîtin eşkere kirin.
Xelat di 6 kategoriyên cuda de hatin dayîn.
Di nav xelatgiran de ji warên zanistî, wêje, sînema û muzîkê kesên cuda cih digirin û Xelata Wefayê jî dan ramyar û nivîskarê Kurd Ehmedê Xanî.
Xelat di 6 kategoriyan de hatin dayîn
Di çarçoveya Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên Serokkomariyê de ew kes hatin xelatkirin ku bi xebatên xwe yên di warên cuda de derketine pêş.
Li gorî lîsteya ku hat ragihandin xelatgir ev in:
• Zanist û Çand: Sabrî Koz
• Hunerên Kevneşopî: Prof. Dr. Îlhamî Turan
• Edebiyat: Sîbel Eraslan
• Sînema: Burçak Evren
• Muzîk: Prof. Dr. Gonul Paçaci
• Wefa: Ehmedê Xanî
Erdogan xelatgir pîroz kirin
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser keda xelatgiran a ji bo jiyana ilm, çand û hunerê ya Tirkiyeyê û spasiya wan kir.
Erdogan di peyama xwe de wiha got:
"Ji ber keda wan a bêhempa ya ji bo welatê me, ez spasiyên xwe pêşkêşî xelkê me yên hêja yên ilm, çand û hunerê dikim û ez stêrka cîhana me ya dil û ramanê Ehmedê Xanî bi rehmet bi bîr tînim."



.jpg&w=3840&q=75)