Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Chicagoyê yê Amerîkayê Festîvala 3yemîn a Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê 7 û 8ê Çiriya Paşîn tê lidarxistin.
Festîval ji aliyê Navenda Çanda Kurdan a Illinoisê (KCCI) ve tê birêxistin û dê 2 rojan berdewam bike.
Birêvebiriya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê daxuyaniyek belav kir û xelk vexwend festîvalê.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Em gelekî bi kelecan in ku we vedixwînin Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê ya sala 2026an!
Ji bo du rojên sînemaya Kurdî, çîrokbêjî û civakê tevlî me bibin da ku em çand, dengê xwe û sînemagerên ku wan tînin ser ekranê pîroz bikin."
Ev xula sêyemîn a festîvalê ye ku çand, berxwedan û afirîneriya gelê Kurd bi rêya sînemayê nîşan dide.
Di bernameyê de dê fîlmên cur bi cur ên wekî belgefîlm û fîlmên çîrokî yên xelatgirtî ji aliyê sînemagerên Kurd ên ji seranserî cîhanê ve werin nîşandan.
Bernameya 2 rojan a festîvalê
Roja yekem a festîvalê 7ê Çiriya Paşîn demjimêr 16:00an li avahiya Navenda Çanda Kurdî ya Illinoisê (KCCI) dest pê dike.
Di roja yekem de dê nîşandana fîlmên kurt, paneleke gotûbêjê û hevdîtina sînemageran bi beşdaran re pêk were.
Navenda KCCIyê dê di roja yekem de ji bo mêvanan xwarinên sivik jî amade bike.
Roja duyem a festîvalê jî 8ê Çiriya Paşîn demjimêr 10:00an li Damen Cinemayê ya Zanîngeha Loyolayê bi rê ve diçe.
Armanca festîvalê û hevparên wê
Navenda Çanda Kurdî ya Illinoisê (KCCI) armanc dike ku bi rêya sînemayê dan û standina çandî bi pêş bixe.
Festîval her wiha dixwaze hişyariya civakî zêde bike û di navbera pêkhateyên cuda yên Chicagoyê de pirên têgihiştinê ava bike.
Di lidarxistina festîvalê de Beşa Kar û Barên Çandî û Bûyerên Taybet a Şaredariya Chicagoyê (DCASE), Navenda Çanda Kurdî ya New Yorkê (NYKCC), Tora Civaka Sûriyeyê (SCN), Kurdistan Chronicle û Navenda Nexweşiyên Penceşêrê ya Zanîngeha Chicagoyê wekî sponsorên civakî cih digirin.
Her wiha gelek karsaz, xwaringeh û qehwexaneyên Kurdan ên li Amerîkayê jî piştgiriya darayî dane festîvalê.
Dear friends and family, We're excited to invite you to the Chicago Kurdish Film Festival 2026! Join us for two days of Kurdish cinema, storytelling, and community, celebrating our culture, our voices, and the filmmakers who bring them to the screen. https://t.co/1xjVlVqUkh https://t.co/L3Jq997R2b
— Kurdish Cultural Center of Illinois (KCCI) (@KurdsOfIllinois) October 30, 2026


.jpg&w=3840&q=75)
