Dusseldorf (Rûdaw) - Xelata îsal a Weqfa Cemal Nebez dan nivîskar û dîroknas Ebdulreqîb Yûsif.
Navenda sereke ya Weqfa Cemal Nebez li Berlîna paytexta Almanyayê ye.
Weqfa Cemal Nebez her sal xelatê dide kesayetiyekî yan kesayetiyeke akademîk û çandî ku xizmeteke mezin ji bo Kurdistanê û gelê wê kiribe.
Ev xelat ji bo zindîhiştina têkoşîn û hewldanên bîrmendê Kurdayetiyê Profesor Cemal Nebez tê dayîn.
Profesor Cemal Nebez zêdetirî nîv sedsala temenê xwe li diyasporayê û bi taybetî jî li bajarê Berlînê derbas kir.
Wî bi pirtûk, lêkolîn û xebatên xwe yên akademîk di nav çend nifşên Kurdan de di afirandina hişyariya neteweyî de roleke mezin lîst.
Piştî koça wî ya dawî jî saziya wî li ser heman rêbaza Cemal Nebez berdewam dike.
Ji Birêvebiriya Weqfa Cemal Nebez Helo Berzencî ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re ragihand ku merasîma xelatdayînê li Almanya û Kurdistanê pêk hatiye.
Ebdulreqîb Yûsif û hejmareke zêde ya akademîsyenan li Kurdistanê bûn.
Wan bi rêya online bi beşdariya çend kesayetiyên din ên li Almanya û Swêdê merasîm bi rê ve bir.
Seroka Weqfa Cemal Nebez û hevjîna wî Dr. Hannelore Kuchlerê pîrozbahî li wergirê xelatê kir.
Ebdulreqîb Yûsif li ser wergirtina xelatê diyar kir ku ev xelata duyem a herî mezin e ku wî wergirtiye û xelata yekem jî helbestek bû ku di dema xwe de Cemal Nebez ji bo wî nivîsandibû.

.jpg&w=3840&q=75)
