Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala 12emîn a Henar û Payîzê ya Helebceyê bi coş û govendan bi dawî bû.
Ev festîval yek ji çalakiyên çandî û aborî yên herî kevn ên Herêma Kurdistanê ye.
Festîvalê 3 rojan dom kir û beşdariyeke zêde lê çêbû.
Ev çalakiya ku bûye can ji bo aboriya bajêr, mazûvaniya bi sed hezaran geştyarên navxweyî û biyanî kir.
Helebceya ku bîranîna tal a êrişa kîmyayî û "bêhna sêvan" ji bîra xwe ranekiriye, careke din jiyan û şahî dît.
Di roja sêyemîn û dawî de jî bi hezaran kes herikîn qada festîvalê.
Qada festîvalê him bû bazareke dewlemend him jî bû şahiyeke rengîn a çandî.
Govend û şahiyan mohra xwe li roja dawî xist
Di roja dawî ya festîvalê de hewayeke cejnê li qadê hebû.
Bi hezaran geştyaran bereketa Deşta Şarezûrê pîroz kir û kêyfa kêliyên dawî yên festîvalê derxist.
Xelkê li ber def û zirne û awazên herêmî govend gerand.
Festîvala ku rûyê hilberîner û mêhvanan geş kir, bi pîrozbahiyên coş bi dawî bû.
Qerebalixiya di dema festîvalê de zindîtiyeke mezin da aboriya bajêr.
Roja pêncşemê ku roja duyem a çalakiyê bû, li seranserê parêzgeha Helebceyê bêhnvedana fermî hat ragihandin.
Di wan rojan de kolanên bajêr û cihên mayînê tije bûn.
Yek ji beşên ku îsal herî zêde bal kişand beşa karên destan bû.
Di vê beşê de pîşekarên jin û mêr hunerên xwe nîşan dan.
Kel û pelên malê yên ku bi motîfên Kurdî hatine neqşandin, pêşkêşî hunerdostan hatin kirin.
Her wiha gerdanî û zêrên otantîk ên bi kevirên herêmî, tabloyên ku jiyana gundan û xwezayê nîşan didin û karên neqşandina daran jî hatin nîşandan.
Hilberîneran ji ber ku berhemên xwe rasterast gihandin kiryaran, kêfxweşiya xwe anîn zimên.
Qada festîvalê di heman demê de veguherî rawestgeheke dewlemend a xwarinê.
Ebrax û kutilkên Helebceyê yên germ, xwarinên malê û nanê sêlê yê germ tahmeke bêhempa da mêhvanan.


.jpg&w=3840&q=75)