Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Alî Dogan Gonultaş û Saîdê Goyî bi albûma xwe ya hevpar a bi navê "Leçek"ê 1a Kanûna Pêşîn li ser hemû platformên muzîkê yên dîjîtal derdikevin pêşberî guhdaran.
Albûm ji 9 stranan pêk tê û li gel awazên kevneşopî yên herêmên Botan û Gêxiyê, gotinên her du hunermendan jî dihewîne.
Klîpa yekem "Kewnar" e
Yekem strana albûmê û vîdeoklîpa wê ya bi navê "Kewnar"ê 29ê Çiriya Pêşîn hat weşandin.
Derhêneriya klîpê Veysel Seçen kiriye û heta roja derketina albûmê vîdeoklîpên 4 stranên din jî bên weşandin.
Pênc klîp û çîrokek
Her 5 vîdeoklîp li ser xeteke hevgirtî û çîrokeke hevpar hatine amadekirin.
Bi vî awayî stranên albûmê ne tenê bi ahengê, di heman demê de bi vegotineke dîtbarî jî bi hev ve tên girêdan.
Leçek: Çîroka koçberî, evîn û jiyanê
Navê albûmê "Leçek" e û li ser sembola ewrekî hatiye avakirin ku carinan giran dibe, carinan belav dibe û carinan jî vediguhere baranê lê tevger û hebûna xwe didomîne.
Albûm xemgînî, şahî, cudahî û evînê di nav xwe de dihewîne û mîna ewrekî li ser axê digere, serdana koçberî, evîn, mal û rêyan dike. Çîrokên ku pê re rû bi rû dibe hildigire û ber bi çîrokên din ve dibe.
Di albûmê de xemgîniya koçberiyê bêyî ku veguhere şînê bi zimanekî sade û lîrîk hatiye honandin. Çimkî jiyan di demên herî dijwar de jî derfetê dide hezkirin, ken, sema û meşê.
Awazên Botan û Gêxiyê bi hev re ne
Albûma ku cîhana muzîkê ya her du hunermendan tîne ba hev ji 9 stranan pêk tê.
Di albûmê de li gel berhemên folklorîk ên ji deverên Botan û Gêxiyê, stranên ku gotin û awazên hevpar ên her du hunermendan jî cih digirin.


