Amed (Rûdaw) - Li Amedê Festîvala 2yemîn a Govendên Kurdan hat lidarxistin.
Festîval ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, KASED û Sanatçayê ve hat sazkirin.
Dirûşma festîvala îsal "Mil bi mil ber bi aştiyê ve" bû.
Di çarçoveya festîvalê de 17 komên govendê yên ji bajar û herêmên cuda hunera xwe nîşan dan.
Govend û dengê def û zirneyan du rojan bajar xemiland.
Koma Urmiyeyê bal kişand
Koma Dîlanê ya ji Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî festîvalê bû.
Wan li Navenda Çandê ya Amedê lîstikên xwe pêşkêş kirin û dilê beşdaran xweş kirin.
"Zêdetirî 10 salan e em dixebitin"
Berpirsê Koma Dîlanê Şehab Mûsewî li ser beşdarbûna koma xwe axivî û got:
"Em li ser navê Koma Dîlanê ya Urmiyeyê beşdarî vê festîvalê bûn. Zêdetirî 10 salan e koma me dixebite.
Di van salên dawî de me di festîvalên navxweyî û navneteweyî de destkeftiyên baş bi dest xistin.
Em hewl didin ku govendên herêma Urmiyeyê û navçeyên derdorê biparêzin û bi cîhanê bidin naskirin."
Kêfxweşiya endamên komê
Endamên komê yên ku cara yekem e hatine Amedê kêfxweşiya xwe anî zimên.
Endamê Koma Dîlanê Îhsan Sohrabî got, "Li Amedê mêvandariyeke gelekî xweş li me kirin. Dema mirov tê û gelê Kurd dibîne, mirov gelekî kêfxweş dibe."
Endamê komê Cawîd Tebarî jî anî zimên ku her govendeke wan xwedî çîrokekê ye û pê de çû:
"Em bi 10 govendan hatin festîvala Amedê. Her govendek xwedî çîrokekê ye û ti govend ji ber xwe ve nehatiye çêkirin."
Reşîd Îsmaîlî jî diyar kir ku coşa Amedê gelekî zêde ye û got:
"Me ji Urmiyeyê hemû hest, êş û canê xwe aniye Amedê û em nîşanî beşdaran didin.
Ev cara yekem e ku em hatine Amedê. Em gelekî kêfxweş in ku em ji Urmiyeyê hatin Amedê."
Festîvala ku du rojan ajot bi dîmenên rengîn û kêfxweşiyeke mezin bi dawî bû.


