Hewlêr (Rûdaw) - Modelê ji Amedê Siyabend Sînan Karakaş di pêşbirka "The Elite Model Turkey"yê de bi ser ket û mafê beşdarbûna pêşbirkên navneteweyî bi dest xist.
Siyabend Sînan Karakaşê 25 salî ji Rûdawê re axivî.
Karakaşda zanîn ku di çar hilbijartinên cuda de di navbera 150 Modelan de di kategoriyên "Herî Balkêş", "Herî Bibandor" û "Herî Karîzmatîk" de hatiye nirxandin û navê "Best Charm" wergirtiye.
Karakaş diyar kir ku wî mafê tevlîbûna hilbijartinên "Elite Model World"ê wergirtiye ku dê li sê parzemînên cuda yên cîhanê bê lidarxistin.
Wî got ku armanca wî ew e gelê xwe bi awayekî herî baş temsîl bike.
Li ser dîroka Kurdan xebatên akademîk dike
Karakaş li gel karê modeliyê perwerdeya xwe ya akademîk jî didomîne.
Ew li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê li Enstîtuya Zimanên Zindî di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de masterê dike.
Karakaş di teza xwe ya masterê de li ser dîroka Kurdan dixebite.
Armanca wî ew e ku piştî qedandina xwendina xwe, li Zanîngeha Sorbonneyê ya Fransayê di beşa dîroka Kurdan de doktorayê bike.
Xewna wî lîstikvanî û fîlmên Netflixê ne
Karakaş her wiha ji lîstikvaniyê jî hez dike û anî zimên ku yek ji xewnên wî yên herî mezin lîstina di rêzefîlm û fîlmên platforma Netflixê de ye.
Karakaş destnîşan kir, heke derfet jê re were dayîn ew dikare di qada lîstikvaniyê de performanseke baş nîşan bide.
Modelê ciwan dixwaze modelên navdar ên cîhanê bîne Amedê û li ser Pira Dehderî ya dîrokî çalakiyeke mezin a modayê li dar bixe.



