Washington (Rûdaw) - Foruma Enerjiyê ya Cîhanê ya Konseya Atlantîkê doh û îro li Washingtona paytexta Amerîkayê hat lidarxistin.
Foruma Enerjiyê ya Cîhanê ya Konseya Atlantîkê yek ji forumên herî navdar ên cîhanê ye û her sal biryarderên herî girîng ên enerjiyê, siyaseta derve û pispor ji bo diyarkirina nexşerêya enerjiyê li hev dicivîne.
Birêvebirê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde beşdarî vê Foruma Enerjiyê ya Cîhanê ya Konseya Atlantîkê bû û ragihand:
"Di Forumê de berpirsên petrolê yên Îraq û Herêma Kurdistanê beşdar nebûn lê mijara petrola Îraqê û veguhastina wê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ya bazarên cîhanê, yek ji mijarên girîng bû."
Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins ji Rûdawê re got:
"Hikûmeta nû ya Îraqê ya di bin serkirdayetiya Elî Zeydî de bi vexwendina şirketên petrolê yên Kurdistanê ya civînê, gaveke nû û baş avêtiye.
Çimkî Bexda li ser girîngiya zêdekirina hilberîna petrolê û hinartina wê ya bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê gihîştiye encamekê.
Ev yek eşkere ye, ji ber şerê li Îranê, hinartina wê petrolê ya bi rêya Kurdistanê ji bo hemû xelkê Îraqê tiştekî girîng e."
Myles Caggins her wiha anî ziman:
"Ez ev 2 sal in bi rêya Rûdawê dibêjim, Bexda îşaretan dişîne ji bo zêdekirina hilberînê ya nêzîkî 600-700 hezar bermîl petrol di rojekê de.
Ev yek ji bo şirketên petrolê yên li Kurdistanê, ji bo veberhêneran û ya herî girîng jî ji bo xelkê Îraqê îşareteke baş e."
Tengava Hurmizê û boriya Kurdistanê
Ji ber şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê û girtina Tengava Hurmizê, boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê li cem navendên enerjiyê yên cîhanê, welat û şirketên petrolê qedr û qîmeteke mezin bi dest xistiye.
Piraniya şirketên petrolê yên biyanî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin beşdarî vê Foruma Enerjiyê ya Cîhanê ya Konseya Atlantîkê bûn.
Ew li benda wê ne ku hikûmeta nû ya Îraqê girîngiya vê rewşê fêm bike û ji bo karên şirketên petrolê û hinartina petrolê ya bi rêya vê boriyê hêsankariyên zêdetir bike.
Krîza enerjiyê ya li Îraqê
Pisporê enerjiyê Raad Al-Qadiri ji Rûdawê re got:
"Bi nêrîna min hikûmeta nû ya Îraqê bi destpêkirina karê xwe re rûbirûyî krîzeke mezin a enerjiyê bûye.
Mijara sereke ji bo berpirsên hikûmetê ew e ku ew dê çawa rêyeke hinartina enerjiyê peyda bikin ku niha ji ber girtina Tengava Hurmizê pirsgirêk jê re çêbûye."
Ew pisporê enerjiyê behsa girîngiya boriya petrolê ya Kurdistanê dike û dibêje ku boriya Kurdistanê ji bo vê astengiya hinartina petrola Îraqê ya ku ji ber girtina Tengava Hurmizê çêbûye, alternatîveke baş e.
Raad Al-Qadiri destnîşan kir:
"Niha hikûmeta Îraqê ji bo hemû hinartina petrolê pişta xwe dispêre vê boriyê.
Divê di paşerojê de li ser vê boriyê bi Tirkiyeyê re gotûbêjan bike.
Her wiha pêwîst e bi şirketên biyanî re jî hevahengiyê bike ku Kurdistan dê di vê qadê de xwedî roleke mezin be."
Civîna taybet a li ser Kurdistanê
Roja duyem a Forumê, civîneke taybet a li ser sektora enerjiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê hat sazkirin.
Di civînê de Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Tirîfe Ezîz, nûnerên Balyozxaneya Îraqê, berpirsên Amerîkayê û şirketên petrol û enerjiyê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê beşdar bûn.
Di forumê de ji bilî bazirganên sektora enerjiyê yên li Rojhilata Navîn, berpirsên nû yên hikûmeta Sûriyeyê, hejmarek wezîrên enerjiyê yên welatan û berpirsên Amerîkayê jî beşdar bûn.
Ji ber şerê li Îranê û girtina Tengava Hurmizê, beşeke zêde ya gotûbêjên îsal li ser encamên vî şerî û bandora girtina Tengavê ya li ser sektora enerjiyê û bazara cîhanê bû.


