Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro nêzîkî ji sedî 2 bilind bû û di nav du hefteyên borî de gihîşt asta xwe ya herî bilind.
Ev bilindbûn piştî wê yekê hat ku di hilbijartinên navberê de Demokrat bi ser ketin.
Li pey vê serkeftinê dolarê Amerîkayê daket û faîza bonoyên xezîneya wî welatî kêm bû.
Bihayê zêr îro bi rêjeya ji sedî 1,9 zêde bû û onseke wê gihîşt 4 hezar û 134 dolaran ku ji 22yê Çiriya Pêşîn ve asta herî bilind e.
Her wiha di girêbestên paşerojê yên radestkirina kanûna pêşîn de jî bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 1,8 bilind bû û bû bi 4 hezar û 144 dolaran.
Ev zêdebûn piştî wê yekê hat ku çarşemê zer bi rêjeya ji sedî 3,4an bilindbûneke berbiçav tomar kiribû ku ji 19ê Tebaxê ve bilindbûna herî wê ya herî mezin rojane bû.
Bihayê zêr 4 hezar dolaran derbas kir
Pispora bazarên darayî ya li saziya darayî ya XS.comê Linh Tranê derbarê mijarê de got:
"Daketina nirxê dolar û faîza bonoyên xezîneyê alîkarî kir ku zêr asta sereke ya 4 hezar dolarî derbas bike lê mayîna li ser vê astê gelekî girîng e."
Tranê her wiha got, "Eger herikîna sermayeya veberhênanê û kêmbûna faîza boneyan bidome, dibe ku zêr li ser 4 hezar dolarî bimîne û rê li ber bilindbûna ber bi 4 hezar û 200 û piştre jî 4 hezar û 400 dolarî ve vebe."
Dolar daket, faîza bonoyan kêm bû
Piştî serkeftina mezin a Demokratan a di hilbijartinan de nirxê dolarê Amerîkî pêncşemê hinekî daket.
Vê serkeftinê gumanên li bazarê ji holê rakirin û bû sedema geşbûna borseyên cîhanî.
Her wiha lawazbûna dolar kirîna zêr ji bo xwediyên diravên din hêsantir û erzantir dike.
Di heman demê de faîza bonoyên 10 salî yên Xezîneya Amerîkayê daket û di destpêka dan û standinên Tokyoyê de gihîşt ji sedî 4,87an.
Niha bazirgan li benda belavbûna rapora derfetên kar a Amerîkayê ya roja înê ne da ku li ser siyaseta diravî ya Rezerva Federal (Fed) bêtir nîşaneyan bi dest bixin.
Li gorî pîvana "FedWatch"ê ya Koma CMEyê, niha bazar bi îhtimala ji sedî 82yan pêşbînî dikin ku Banka Navendî meha Kanûna Pêşîn rêjeya faîzê bilind bike.
Bi giştî faîza bilind balkêşiya zêr kêm dike ji ber ku zêr ti qazanceke darayî ya faîzê nade.
"Dibe ku bibe 4 hezar û 500 dolar"
Li aliyê din, Banka Citiyê roja çarşemê pêşbînî kir ku di maweyê sê mehên bê de bihayê her onsa zêr dê bigihîje 4 hezar û 500 dolaran.
Banka navborî di wê baweriyê de ye ku eger heta dawiya îsal Tengava Hurmizê were vekirin û aloziyên di navbera Erebistina Siûdî û Yemenê de aram bibin, dê derfeteke mezin li pêşiya zêr hebe ku zêdetir bilind bibe.



