Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dihokê îsal bereketa genim heye û tê pêşbînîkirin ku berhem bigihîje 700 hezar tonî.
Lê hikûmeta Îraqê tenê 115 hezar û 745 ton genim ji cotkarên parêzgehê werdigire û ev jî dike ji sedî 13ê berhemê giştî.
Birêvebirê Bazirganiya Dexlûdanê yê Dihokê Nazim Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku ji ber vê biryarê, dê nêzîkî ji sedî 87ê genimê cotkaran li erdê bimîne.
Her wiha Bexda rê nade ku ew genim biçe parêzgehên din ên Îraqê.
Nazim Mihemed destnîşan kir ku hîn 43 milyar dînarê genimê sala 2025an ê cotkarên Dihokê li cem Bexdayê maye û nehatiye dayîn.
Bexda genim wernagire
Birêvebirê Bazirganiya Dexlûdanê yê Dihokê Nazim Mihemed di bultena Nûrojê ya Rûdawê de pirsên me bersivandin.
Nazim Mihemed hûrgiliyên pêvajoya wergirtina genim a îsal eşkere kirin.
Nazim Mihemed li ser vê yekê got, "Li gorî pêşbîniyên Birêvebiriya Giştî ya Çandiniyê ya Dihokê, berhemê îsal di navbera 650 hezar û 700 hezar tonî de ye.
Lê ji bo Herêma Kurdistanê bi giştî 400 hezar ton di planê de hatiye diyarkirin.
Ji vê rêjeyê 292 hezar ton di nava planê de ye û serê tonê bi 700 hezar dînarî tê wergirtin.
Her wiha 108 hezar ton jî li derveyî planê ye û bi 500 hezar dînarî tê wergirtin."
Para Dihokê gelekî kêm e
Nazim Mihemed li ser para Dihokê jî ev agahî dan:
"Para Dihokê ya di nav planê de 84 hezar û 745 ton e û 31 hezar ton jî li derveyî planê ye.
Ev rêje li gorî berhemê giştî gelekî kêm e. Em dikarin bibêjin ku tenê ji sedî 10ê genimê me di nav planê de tê wergirtin û ji sedî 3 jî li derveyî planê tê wergirtin."
Pêvajoya wergirtina genim 11ê Hezîranê bi serdana Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê dest pê kir.
Lê ji ber ku bernameya tomarkirina pêşwext aktîv nebû, pêvajo bi paş ket.
Nazim Mihemed diyar kir ku wan roja 12ê Hezîranê li Sîloya Faydê hezar û 206 ton genim wergirtiye û wiha domand:
"Îro 13ê Hezîranê, piştî aktîvkirina bernameya qeydkirina pêşwext sîloyên din ên wekî Şêxan, Zaxo û Roviyayê jî dest bi wergirtina genim dikin."
Hikûmeta Îraqê biryarên tund dide
Nazim Mihemed li ser pirsgirêka genimê zêde yê cotkaran, got ku ev pirsgirêk ne nû ye û wiha axivî:
"Wekî ku diyar e, ev ambargo û rêkarên hikûmeta Îraqê ne nû ne. Ji sala 2017an ve li ser Herêma Kurdistanê hene.
Plana wergirtina genim li seranserê Îraqê siyasî ye. Ev biryar bandoreke mezin li cotkaran dike, ji ber ku nêzîkî ji sedî 87ê genimê wan li erdê dimîne."
Wî her wiha tekez kir ku li gorî biryara Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê cotkarên Herêma Kurdistanê bi ti awayî nikarin genimê xwe bişînin parêzgehên din ên Îraqê û got:
"Berê cotkarên me genim dişand parêzgehên din ên Îraqê ku li wir piraniya genim di nava planê de tê wergirtin."
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkariya cotkaran dike
Birêvebirê Bazirganiya Dexlûdanê yê Dihokê li ser çarenivîsa genimê mayî qala hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got:
"Kirîn û firotina genim tenê di destê Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê de ye.
Lê gelek projeyên kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê hebûn ku bi rêya Desteya Hilberînê û şirketan genimê cotkaran wergirin.
Her wiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya du rojan di daxuyaniyekê de ragihand ku dê bi hemû şiyanên xwe hevkariya cotkaran bike da ku zerereke mezin negihîje wan."
Nazim Mihemed li ser îhtîmala hinartina genim ji welatên derve re jî got ku ev mijar bêhtir girêdayî Wezareta Çandiniyê û Desteya Hilberînê ye.
Wî diyar kir ku wî tiştekî wisa nedîtiye lê tekez kir ku "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hêsankirina rêkaran dixebite."
Hîn pereyê sala 2025an nehatiye dayîn
Yek ji xemên sereke yên cotkaran, pirsgirêka deynan û xerckirina pereyên wan e.
Nazim Mihemed da zanîn ku heta niha ti biryarên fermî ji bo dayîna pereyên îsal negihîştiye wan.
Wî qala deynên kevin jî kir û got, “Hîn pereyê sala 2025an jî tam nehatiye dayîn.
Ji 83 milyar dînarê cotkarên parêzgeha Dihokê yê sala 2025an, hîn 43 milyar li cem Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê wekî deyn maye."
Tevî soza Serokwezîrê Îraqê jî tenê beşek ji pereyê sala 2025an hatiye dayîn.
Nazim Mihemed diyar kir ku beriya du rojan 10 milyar û 875 milyon dînar ji bo cotkarên Dihokê hatiye û dê di demeke nêzîk de bikeve ser hesabê wan.
Wî hêviya xwe anî zimên ku pereyê mayî jî dê di zûtirîn dem de bê xerckirin.

.webp&w=3840&q=75)
