Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro careke din bilind bû.
Sedema vê yekê jî dilgiraniyên li ser kêmûna hûrgiliyên peymana destpêkî ya ji bo bidawîanîna şerê di navbera Amerîka û Îranê de ye.
Her wiha bazar hest dikin ku destpêkirina hinartina petrolê ya di Tengava Hurmizê re dê ji ya ku dihat pêşbînîkirin zêdetir bikişîne.
Bihayên dawî yên li bazarê
Bihayê bermîleke petrola xav a brent 26 sentan bilind bû û gihîşt 83,42 dolaran.
Her wiha petrola xav a sivik a Teksasa Amerîkayê jî 46 sentan biha bû û bermîla wê bi 81,12 dolaran hat firotin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ragihand wan ku li gel Îranê ji bo bidawîanîna şerê Amerîka û Îsraîlê peymaneke lihevtêgihîştinê îmze kiriye. Piştî vê bihayê petrolê nêzîkî ji sedî 5an daketibû.
Ev ji bo petrolê asta herî nizm a ji 4ê Adarê ve bû.
Pêvajoya agirbestê û helwesta Îranê
Niha geşbîniyek heye lê hîn jî hûrgiliyên peymanê ji bo raya giştî nehatine eşkerekirin û ji bo agirbesteke mayînde hîn rêkeftineke tam nehatiye kirin.
Agahiyên destpêkî dibêjin ku peyman vekirina Tengava Hurmizê û dirêjkirina agirbestê ya ji bo 60 rojan li xwe digire.
Ev dem dê derfetê bide dîplomatan da ku li ser mijarên tevlihev ên wekî paşeroja bernameya atomê ya Îranê biaxivin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh diyar kir ku peymana lihevtêgihîştinê ya bi Amerîkayê re gaveke girîng a ji bo rawestandina şer e lê ji bo agirbesteke mayînde hîn lihevkirin çênebûye.
Rîskên jeopolîtîk bi hêsanî winda nabin
Pisporê bazarên darayî yê şirketê KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê yekê anî zimên:
"Dibe ku pirsgirêka mezin di hûrgiliyan de be. Heta ku ew hûrgilî eşkere nebin, dibe ku bazar li bendê bin û rîskên jeopolîtîk bi vî awayî bi hêsanî ji bazara petrolê winda nabin."
Hîn ne zelal e ku ew rêjeya petrola ku hatibû kêmkirin dê bi çi qas lezê vegere bazarê.
Astengên li ber hinartina petrolê
Pisporê bazara petrolê yê şirketa IGyê Tony Sycamore destnîşan kir ku rêya vegera ji bo asta asayî ya hinartina petrolê hîn dûr e û ne hêsan e û amaje bi van xalan kir:
"Paqijkirina mayînan, vegerandina temam a sîgorteya deryayî û razîkirina keştî û şirketên ji bo vegera Kendavê hemû demê dixwazin.
Her wiha ji bo vekirina wan bîrên petrolê yên ku hatibûn girtin û sererastkirina binesaziya ku li herêmê zerer dîtibû jî dem pêwîst e."



