Hewlêr (Rûdaw) - Bankeya Awistralyayê Westpacê ragihand ku di demeke dirêj de berê bihayê zêr ber bi bilindbûnê ve ye.
Îro çarşemê di demekê de ku bazirgan li benda encamên civîna yekem a Banka Navendî ya Amerîkayê ya bi serokatiya Kevin Warsh in, bilindbûna bihayê zêr didome.
Bihayê zêr û bandora bazarên Asyayê
Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 0,3 bilind bû û onsa zêr gihîşt zêdetirî 4340 dolarî.
Lê paşê beşek ji karê xwe ji dest da û niha bi nêzîkî 4330 dolarî tê kirîn û firotin.
Bandora peymana Îran û Amerîkayê
Hûrgiliyên peymana di navbera Îran û Amerîkayê de hîn bi fermî nehatine eşkerekirin.
Lê li gorî hinek çavkaniyên Îranî û Amerîkî, Amerîka destûrê dide firotina petrola Îranê û Îran jî pêbend e ku Tengava Hurmizê veke.
Ji ber vê yekê, bihayê petrolê daket asta herî kêm a 3 mehên borî.
Ev daketin dikare enflasyonê daxe û ev rewş di berjewendiya zêr de ye.
Pisporê bazarên darayî yê şirketa şêwirmendiyê ya Tasty Liveyê Ilya Spivak li ser vê mijarê got, "Daketina bihayên petrolê, zexta bilindkirina faîza bankê kêm kiriye."
Wî şîrovekarî anî zimên ku bandora daketina bihayê petrolê ya li ser bihayê zêr hêdî hêdî kêm dibe, ji ber ku bazirgan li benda guherînên di siyaseta dirav a Banka Navendî ya Amerîkayê de ne.
Çavê bazarê li Banka Navendî ya Amerîkayê ye
Îro Komîteya Bazara Azad a Banka Navendî ya Amerîkayê dê encamên civîna xwe ya yekem a bi serokatiya Kevin Warsh eşkere bike.
Tê pêşbînîkirin ku Banka Navendî ya Amerîkayê faîzê neguherîne û di asta niha de bihêle.
Li gorî amaran, bazirgan niha îhtîmala bilindkirina faîzê ya di meha kanûna pêşîn de wekî ji sedî 59 dibînin. Beriya çend rojan ev rêje ji sedî 70 bû.
Di jîngeheke ku faîza bankê bilind e de, zêr nikare bilind bibe.
Westpac a ku yek ji bankên mezin ên Awistralyayê ye, di daxuyaniyeke xwe ya ji bo bazirganan de got:
"Di demeke dirêj de berê bihayê zêr ber bi bilindbûnê ve ye. Sedema vê jî daxwaza zêde ya li Asyayê û berdewamiya kirîna zêr ji aliyê bankên navendî ve ye."



