Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê dolar li beramberî tumenê Îranê bilind bû û dolarek bi 156 hezar û 500 tumenî tê kirîn û firotin.
Li gorî amarên bazara diravan, di nava 24 demjimêrên borî de bihayê dolar guheriye.
Bihayê herî bilind gihîşt 161 hezar tumenan û bihayê herî nizm jî 153 hezar û 500 tumen bû.
Beriya peymana di navbera Amerîka û Îranê de, bihayê dolarekî gihîştibû nêzîkî 180 hezar tumenî.
Lê piştî peymanê bihayê wî daket nêzîkî 150 hezar tumenî.
Amar nîşan didin ku bihayê niha yê dolar ê li beramberî tumen, li gorî hefteya borî ji sedî 13,54 daketiye.
Lê di 6 mehên borî de bi rêjeya ji sedî 18,56 bilind bûye.



