Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapora darayî ya şirketa enerjiyê ya Dana Gasê, wan di 9 mehên yekem ên sala 2026an de qezenca xwe ya net li gorî heman dema sala borî ji sedî 48 zêde kir û gihand 152 milyon dolarî.
Dana Gas şirketeke ku navenda wê li Îmarata Erebî ye.
Dana Gasê ragihand ku di heman demê de deynên ku wan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê standiye jî derketin 189 milyon dolarî.
Li gorî amarên darayî yên ku Dana Gasê eşkere kirine, şirketê di 9 mehên ewil ên sala 2026an de bi zêdebûneke ji sedî 48î, gihandina giştî ya dahata xwe bilind kir 377 milyon dolarî.
Hilberîn jî bi rêjeya ji sedî 6ê zêde bû û gihîşt rojane 55 hezar û 800 bermîlan.
Bi temambûna projeya KM250yê ya ku li Qada Kormorê ya li Herêma Kurdistanê tê meşandin, kapasîteya hilberandina gazê ji sedî 50 hat zêdekirin û para hilberîna rojane ya Dana Gasê li Herêma Kurdistanê derket 42 hezar û 300 bermîlan.
Bandora rastkirina "yekcarî" ya di zêdebûna dahatê de
Şirket eşkere kir ku di nava dahata giştî ya 377 milyon dolarî de, dahateke yekcarî ya bi qasî 48 milyon dolarî jî heye.
Hat destnîşankirin ku ew ji wê fatûreya zêde tê ku Pearl Petroleumê di çarçoveya rastkirinên pîvandina gazê yên di navbera Çiriya Paşîn a 2018an û Adara 2024an de birîbû.
Dema ku ev dahata yekcarî tê derxistin, dahata 9 mehî ya şirketê bû 329 milyon dolar û qezenca wê ya net jî wekî 104 milyon dolarî hat tomarkirin.
Dema ku mirov li reqemên taybet ên Herêma Kurdistanê binêre, dahata ku Dana Gasê bi dest xistiye ji 159 milyon dolarî derket 261 milyon dolarî û qezenca giştî jî ji 101 milyon dolarî bû 182 milyon dolar.
Mesrefên xebatê jî bi zêdebûnê bi vî rengî ji 58 milyon dolaran derketin 79 milyon dolaran.
Şer û gefên ewlehiyê hilberîn kêm kir
Di rapora darayî de yek ji hûrgiliyên girîng jî bandora metirsiyên jeopolîtîk ên li ser hilberînê bû.
Ji ber bandorên şerê ku 28ê Sibatê li Îranê dest pê kir, bi koordînasyona bi wezaretên Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê yên Hikûmeta Kurdistanê re “hêza mucbir” (rewşa awarte ya neçarî) hate ragihandin û hilberîna li Kormorê demkî hate rawestandin.
Hilberîna ku di nava meha Nîsanê de ji nû ve dest pê kiribû, 17ê Tîrmehê ji ber gefên ewlehiyê û zêdebûna aloziya li herêmê careke din hate astengkirin û tenê 27ê Tîrmehê karîbû bi awayekî gav bi gav ji nû ve dest pê bike.
Van qutbûnan leza zêdebûna hilberîna giştî ya li Herêma Kurdistanê lawaz kir.
Deynê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derket 189 milyon dolarî
Mîqdara ku Dana Gasê di nav 9 mehan de ji Herêma Kurdistanê stand 189 milyon dolar bû.
Lê belê deynên şirketê yê li Herêma Kurdistanê ji 80 milyon dolarên dawiya sala 2025an, heta dawiya Îlonê ya 2026an derketin 189 milyon dolaran.
Bi giranî beşeke girîng a vî deynî ji çewtiyên pîvanê yên heyama borî pêk tê.
Li gorî rapora ku ji aliyê şirketa şêwirmendiyê ya serbixwe OGC Greenworldê ve hatiye amadekirin ji ber çewtiyên pîvanê yên li Kormorê, mîqdara gaza ku di navbera Çiriya Paşîn a 2018an û Adara 2024an de radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Ji ya rastî zêdetir hatiye tomarkirin û nirxê kaloriyê ham kêm hatiye hesibandin.
Ji ber vê yekê, hate diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê 188,7 milyon dolar kêm daye û ji vê yekê 66 milyon dolar ket para Dana Gasê.
Ji bo vî mîqdara ku ji aliyê Pearl Petroleumê ve ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatiye faturekirin lêkolîn berdewam dikin.
Di heman demê de ji ber dayînên ku hatine bipaşxistin faturayeke faîzê ya 21 milyon dolarî (para Dana Gasê) jî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye birîn.
Birêvebiriya Dana Gasê da zanîn ku ji bo zelalkirina teqwîma dayînê û dayîna deynan, dan û standinên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re berdewam dikin.



